KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb22 Tîrmeh r. 3
  • Bibe Pêşeng

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Bibe Pêşeng
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
mwb22 Tîrmeh r. 3
Jinikeke ciwan, dê û bavê wê û pîrika wê di heqê planên xwe de sohbetê dikin.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ | JI BO SALA XIZMETÊ YA NÛ JI XWE RE HEDEFAN DEYNE

Bibe Pêşeng

Gava em hedefên ruhî ji xwe re datînin, em wext û qeweta xwe bi hîkmet xerc dikin (1Kr 9:26). Her ku dawiya vê dinyayê nêzîktir dibe, hedefên me wê alî me bikin ku em bi awayê herî baş wexta mayî bi kar bînin (Ef 5:15, 16). Li dema îbadeta malbatê bi hev re şêwir bikin ku hûn dikarin ji bo sala xizmetê ya nû kîjan hedefan deynin. Meqaleyên di vê bernameya civînê de bala me dikişînin ser çend hedefên ku em dikarin li ser wan bifikirin û dua bikin (Aq 1:5).

Bi alîkariya temamiya malbatê, belkî herî kêm yek ji we wê bikaribe bibe pêşengê daîmî. Eger tu ditirsî ku tuyê nikaribî saetên pêşengiyê temam bikî, bi pêşengên din re xeber bide, yên ku şertên wan dişibin şertên te (Mtl 15:22). Belkî hûn dikarin pêşengekî dawetî îbadeta malbatê bikin û hin pirsan ji wî bipirsin. Paşê, ji xwe re bernameyeke ji bo xizmetê hazir bike. Eger te berê wek pêşeng xizmet kiribe, bifikire ka şertên te îznê didin ku tu dîsa bibî pêşeng.

Gelo hin maliyên te dikarin ji bo mehekê yan çend mehan wek pêşengê alîkar xizmet bikin? Eger qeweta te kêm e, her roj hindik hindik xizmet bike. Bi vî awayî, tu belkî dikarî saetên pêşengiya alîkar temam bikî. Eger tu tam roj dixebitî yan diçî mektebê û tu tenê li dawiya hefteyê dikarî xizmet bikî, ji xwe re meheke ku tê de rojên tetîlê û rojên Şemî û Yekşemê pir in, hilbijêre. Li salnameya xwe not bike ku tu li kîjan mehê dixwazî wek pêşengê alîkar xizmet bikî û ji xwe re bernameyekê hazir bike (Mtl 21:5).

LI VÎDEOYA MÊRXAS BIN … PÊŞENG (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Yehowa çawa destek da xwişka me Aamand? Û serpêhatiya wê çi rêyî me dide?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne