KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb22 Tîrmeh r. 5
  • Derbasî Cihekî ku Hewceyî Alîkariyê ye Bibe

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Derbasî Cihekî ku Hewceyî Alîkariyê ye Bibe
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Malzemeya Eleqedar
  • Li Beytelan kîjan îş tên kirin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
mwb22 Tîrmeh r. 5
Resmên ji vîdeoya “Bi Bawerî ji ‘Deriyekî Fireh’ Derbas Be – Derbasî Cihekî Din Bibe“. Kolaj: 1. Gabriel lêkolînê dike. 2. Ew ji rîspiyekî re dibêje ku ew dixwaze ji buroyê re binivîse. 3. Li kampanyayeke xisûsî, ew mizgînê tevî hevalê xwe Samuel belav dike.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ | Ji Bo Sala Xizmetê Ya Nû Ji Xwe Re Hedefan Deyne

Derbasî Cihekî ku Hewceyî Alîkariyê ye Bibe

Ji bo ku tu derbasî cihekî xerîb bibî ku xizmeta xwe berfirehtir bikî, bawerî lazim e (Îbr 11:8-10). Eger tu dixwazî herî cihekî ku hewceyî alîkariyê ye, bi rîspiyên civata xwe re xeber bide. Gelo tu çawa dikarî ji xwe re cihekî minasib hilbijêrî? Wekî din, çi dikare alî te bike ku tu fehm bikî ka tu dikarî bigihîjî vê hedefê? Pêşî, meqaleyên di heqê xizmeta li cihên xerîb de lêkolîn bike. Bi kesên ku derbasî cihekî nû bûne ku destekê bidin civateke din, sohbet bike (Mtl 15:22). Ji Yehowa re dua bike û li rêberiya wî bigere (Aq 1:5). Di heqê cihê nû de melûmatê bistîne. Wekî din, wê baş be ku tu ji bo demekê li wê derê bimînî pêşiya ku tu qerarê bidî ka tu dikarî mala xwe bar bikî yan na.

LI VÎDEOYA BI BAWERÎ JI “DERIYEKÎ FIREH” DERBAS BE – DERBASÎ CIHEKÎ DIN BIBE TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Gelo Gabriel rastî kîjan astengan hat û çi alî wî kir ku ew serkeftî bibe?

Ji bo melûmata li ser civatên li nêzîkî te, yên ku hewceyî alîkariyê ne, ji nazirê herêmê bipirse. Ji bo melûmata li ser civatên dûrtir, bi navgîniya Komîteya Xizmetê ya civata xwe ji buroyê re binivîse. Eger tu dixwazî li ser civatên li welatekî din melûmatê bistînî, ji buroya ku ji bo îşê li wê derê mesûl e re binivîse. Eger tu cihekî tercîh dikî, tu dikarî vêya di nameya xwe de bibêjî.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne