WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Li ser JW.ORG Hîkmeta ji bo Jiyana Rojane Bibîne
Peyva Xwedê me ji bo jiyana di van rojên dawîn de hazir dike (2Tîm 3:1, 16, 17). Gelo em çawa dikarin di Kitêba Pîroz de ji bo problemên xwe yên xisûsî prensîpên bifeyde bibînin? Mesela, dibe ku tu li melûmata li ser perwerdekirina zarokan digerî. Yan belkî tu ciwan î û baweriya te tê ceribandin. Yan jî, dibe ku tu seba mirina jin yan mêrê xwe şînê digirî. Gava tu rastî rewşên wisa têyî, tu dikarî melûmata ku bala te dikişîne ser prensîpên Kitêba Pîroz li ser jw.org bibînî (Mtl 2:3-6).
Li malpera jw.org, here HÎNDARIYÊN KITÊBA PÎROZ (li wêneyê 1ê binêre.) Ji lîsteyê kategoriyekê hilbijêre. Yan jî here KITÊBXANE > RÊZÊN MEQALEYAN û kategoriyekê hilbijêre (li wêneyê 2yan binêre). Eynî kategorî di JW Library® de jî hene.a Li wê derê, tu dikarî li meqaleyan binêrî. Yan jî, tu dikarî bi alîkariya fonksiyona lêgerînê ya jw.org rasterast li mijarekê bigerî.
Van mijaran li qutiya lêgerînê binivîse û meqaleyên ku tu dixwazî bixwînî ji xwe re not bike.
Perwerdekirina zarokan
Depresyona ciwanan
Mirina hezkiriyekî
a Ji bo hin mijaran, rêza meqaleyan tenê li ser jw.org hene.