KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb22 Mijdar r. 11
  • Dawiya Vê Sîstemê Nêzîk e – Netirse û bi Yehowa Bawer Be

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Dawiya Vê Sîstemê Nêzîk e – Netirse û bi Yehowa Bawer Be
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Malzemeya Eleqedar
  • Li “Tengahiya Mezin” Dilsoz Bimîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Harmegedon – Xebera Xêrê!
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Heta Dawiya vê Dinyayê Xurt Be
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
mwb22 Mijdar r. 11
Birayek weşaneke li ser kitêba Hêzekîêl lêkolîn dike û tîne ber çavê xwe ku melekê Yehowa li Harmegedonê çawa xizmetkarên Xwedê diparêze.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Dawiya Vê Sîstemê Nêzîk e – Netirse û bi Yehowa Bawer Be

Di demeke nêzîk de, sebra Yehowa wê li hemberî vê sîstemê xelas bibe. Dînê sexte wê ji holê bê rakirin, koalîsyoneke miletan wê hicûmî xizmetkarên Xwedê bike, û Yehowa wê hemû mirovên xerab di Harmegedonê de tune bike. Şagirtên Îsa Mesîh bi çar çavan li benda vê demê ne!

Em helbet di heqê tengahiya mezin de her tiştî nizanin. Mesela, em nizanin ku tengahiya mezin wê kengê dest pê bike. Wekî din, em nizanin ku hêzên siyasî wê li kîjan bahaneyan bigerin ku hicûma xwe ya li hemberî dîn heqdar derxin. Em nizanin ku hicûma dijminan wê heta kengê bikişîne û bi çi awayî bibe. Û em nizanin ku Yehowa wê mirovên xerab li Harmegedonê çawa helak bike.

Lê belê, Kitêba Pîroz melûmata lazim dide me, da ku em ji bo tiştên ku wê li pêşerojê çêbibin netirsin û mêrxas bibin. Mesela, em dizanin ku em “di rojên dawîn de” dijîn (2Tîm 3:1). Em dizanin ku hicûma li hember dînê rast wê bê “kurtkirin” ji bo ku ew winda nebe (Mt 24:22). Em dizanin ku Yehowa wê xizmetkarên xwe xelas bike (2Pt 2:9). Wekî din, em dizanin ku kesê ku Yehowa hilbijartiye ku dijminên wî tune bike û elaleta mezin biparêze, yekî rastdar û biqudret e (Py 19:11, 15, 16).

Seba tiştên ku wê li pêşerojê biqewimin, “ji tirsan dilê [mirovan] wê bibihûre”. Lê belê, gava em dixwînin û li ser kûr difikirin ku Yehowa xizmetkarên xwe li demên berê çawa xelas dikirin û wê di pêşerojê de çi bike, em dikarin “li jor binêrin û serê xwe hildin” û bawer bin ku xelasbûna me nêzîk e (Lq 21:26, 28).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne