WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Fikrên Xwedê Baştir Nas Bike
Em dixwazin bi hemû hal û hereketên xwe dilê Yehowa xweş bikin (Mtl 27:11). Lê, eger di Kitêba Pîroz de li ser meseleyekê rasterast qanûnek tune be, em dikarin çi bikin? Gerek em fehm bikin ku Yehowa li ser vê meseleyê çi difikire. Gelo çi alî me dike ku em vê fehm bikin?
Tim Kitêba Pîroz bixwîne û li ser vê kûr bifikire. Gava em Kitêba Pîroz dixwînin, tu dibêjî qey em wexta xwe bi Yehowa re derbas dikin. Em dibînin ku Yehowa ji bo xizmetkarên xwe çi kir û çi nekir. Wekî din, em mîsala kesên ku li gor Yehowa tiştên rast yan tiştên nerast kirin, dibînin. Bi vî awayî, em dikarin fikrên Yehowa baştir nas bikin. Û gava em qeraran bidin, Yehowa dikare bi alîkariya ruhê pîroz ders û pîvanên muhîm bîne bîra me, çimkî me berê ew di Kitêba Pîroz de xwendin (Yh 14:26).
Lêkolîn bike. Gava tu qeraran didî, ji xwe wisa bipirse: “Gelo Yehowa li ser vê meseleyê çi difikire? Gelo kîjan ayet yan serpêhatî dikare alî min bike ku ez vê baştir fehm bikim?” Ji Yehowa alîkariyê bixwaze û di weşanên me de lêkolîn bike. Bi vî awayî, tu dikarî ji bo hal û rewşa xwe pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz bibînî û li gor wan hereket bikî (Zb 25:4).
LI VÎDEOYA EM GEREKÊ BI SEBIR BIREVIN; XWARINA KU BONA SIHET-QEWATÊ BAŞ E BIXWIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Çi zehmetî hatin ser xwişka me?
Gava tu rastî zehmetiyên wisa werî, tu çawa dikarî ji weşanên me alîkariyê bistînî?
Gava em li ser meseleyekê kûr bifikirin û lêkolîn bikin, feydeya vê ji bo me çi ye? (Îbr 5:13, 14).