KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb24 Çile r. 12-13
  • 19-25 Sibat

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 19-25 Sibat
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
mwb24 Çile r. 12-13

19-25 SIBAT

ZEBÛR 8-10

Kilam 2 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Em Pesnê Yehowa Didin!

(10 deqe)

Yehowa ji me re gelekî qenc e (Zb 8:3-6; w21.08 3 par. 6)

Em pir kêfxweş in ku ji kesên din re li ser karên wî yên xweş xeber didin û rûmetê didin wî (Zb 9:1; w20.05 23 par. 10)

Wekî din, gava em ji dil kilaman dibêjin, em rûmetê didin wî (Zb 9:2; w22.04 7 par. 13)

Resim: Rêyên ku em çawa dikarin pesnê Yehowa bidin. 1. Xwişkeke extiyar mizgînê dide personala nexweşxaneyê. 2. Xwişk û bira li civînê kilamekê dibêjin. 3. Lawikek di dema civînê de, dixwaze bersivê bide. 4. Birayekî ciwan li paqijiya Salona Îbadetê alîkarî dide. 5. Xwişkeke ciwan mizgînê dide hevaldersa xwe.

JI XWE WISA BIPIRSE: “Gelo ez çawa dikarim bi awayekî din rûmetê bidim Yehowa?”

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Zb 8:3, KP: Maneya gotina “tilîkên te” çi ye? (it-1-E 832)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 10:1-18 (th ders 11)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Xwediyê malê dibêje ku ew bi Xwedê bawer nake. (lmd ders 5 fikir 4)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Di sohbeta berê de, xwediyê malê got ku ew bi Xwedê bawer nake, lê ew dixwaze îsbatên li ser hebûna Xwedê lêkolîn bike. (th ders 7)

6. Gotar

(5 deqe) w21.06 6-7 par. 15-18. Mijar: Alî Xwendekarê Xwe Bike ku Ew Pesnê Yehowa Bide. (th ders 10)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 10

7. Di Xizmeta Neresmî de, bi Awayekî Xwezayî Sohbetê Bike

(10 deqe) Gotûbêj.

Gava em di jiyana rojane de bi mirovan re li ser mizgînê xeber didin, em dikarin hê zêdetir pesnê Yehowa bidin (Zb 35:28). Di serî de, em belkî ditirsin ku di xizmeta neresmî de behsa mizgînê bikin. Lê eger em hîn bibin ku çawa bi awayekî xwezayî dest bi sohbetan bikin û wan dewam bikin, emê di vê xizmetê de jîr û jêhatî bin, heta jê kêfê bistînin!

Sehneyeke ji vîdeoya “Hazir Be ku ‘Mizgîniya Aştiyê’ Belav Bikî – Li Fersendan Bigere.” Xwişkek bi jinikekê re ku li restoranê li nêzîkî wê rûniştî ye, dest bi sohbetê dike.

VÎDEOYA Hazir Be ku “Mizgîniya Aştiyê” Belav Bikî – Li Fersendan Bigere vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:

Ev vîdeo çawa dikare alî te bike ku tu di xizmeta neresmî de bibî yekî jîr û jêhatî?

Ev tewsiye dikarin alî te bikin ku tu dest bi sohbetan bikî:

  • Her cara ku tu ji mala xwe derdikevî li fersendan bigere ku dest bi sohbetan bikî. Ji Yehowa bixwaze ku tu kesên dilrast bibînî

  • Dilgerm be û bi mirovan re eleqedar be. Xîret bike ku tu wî kesî nas bikî, da ku tu fehm bikî ku kîjan rastiya Kitêba Pîroz bala wî dikişîne

  • Eger mumkin be, numreya xwe bide wî û numreya wî ji wî bixwaze

  • Eger çênebû tu di sohbetê de behsa mizgînê bikî, xemgîn nebe

  • Piştî sohbetê li ser wî mirovî bifikire. Bi wî re eleqedar be. Mesela, tu dikarî lînka ayeteke Kitêba Pîroz an meqaleyeke li ser jw.org ji wî re bişînî

Vê yekê biceribîne: Dema ku kesek ji te bipirse ka hefteya te çawa derbas bûye, ji wî re behsa civînê yan xizmeta xwe bike.

8. Hewcedariyên Civatê:

(5 deqe)

9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

(30 deqe) bt beş 6 par. 1-8 û pêşgotina qisim 2

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 65 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne