KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb24 Adar r. 2-3
  • 4-10 Adar

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 4-10 Adar
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
mwb24 Adar r. 2-3

4-10 ADAR

ZEBÛR 16-17

Kilam 111 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Her Qencî ji Yehowa Tê

(10 deqe)

Dostaniya bi xizmetkarên Yehowa re me dilxweş dike (Zb 16:2, 3; w18.12 26 par. 11)

Gava Yehowa me wek dostên xwe dibîne, ev yek me kêfxweş dike (Zb 16:5, 6; w14-E 15/2 29 par. 4)

Gava Yehowa me ji aliyê ruhî ve diparêze, em xwe di emniyetê de hîs dikin (Zb 16:8, 9; w08-E 15/2 3 par. 2-3)

Du xwişk di Salona Îbadetê de hevdû hembêz dikin, yên din bi kêfxweşî li dora wan sekinî ne.

Gava ku em berî her tiştî ji Yehowa re xizmetê dikin jiyana me wek jiyana Dawid bimane dibe, çimkî her qencî ji Yehowa tê

JI XWE WISA BIPIRSE: “Gelo piştî ku ez hatim ser rêya rastiyê jiyana min çawa xweştir bûye?”

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Zb 17:8: Gotina “min biparêze wek bîbikê çavan” tê çi maneyê? (it-2-E 714)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 17:1-15 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(1 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Dawetiyeya ji bo Bîranînê pêşkêş bike. (th ders 11)

5. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Dawetiyeya ji bo Bîranînê pêşkêş bike. Piştî ku xwediyê malê rind guh bide, vîdeoya Bîranîna Mirina Îsa Mesîh nîşan bide û li ser wê sohbetê bike. (th ders 9)

6. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Dawetiyeya ji bo Bîranînê pêşkêş bike. (th ders 2)

7. Mirovan Bike Şagirt

(5 deqe) lff ders 14 pêşgotin û fikir 1-3 (th ders 6)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 20

8. Em Çawa Dikarin Xwe ji bo Bîranînê Hazir Bikin?

(15 deqe) Gotûbêj.

Di Salona Îbadetê de, li ser maseyê nanê bêhevîrtirş û şeraba sor hene.

Wek ku Îsa Mesîh got gerek em mirina wî bînin bîra xwe. Wî çaxî Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh hezkirina herî mezin nîşanî me da. Îsal, emê ji bo Bîranînê di roja Yekşemê, 24ê Adarê de li hev top bibin (Lq 22:19; Yh 3:16; 15:13). Em çawa dikarin xwe ji bo vê civîna xisûsî hazir bikin?

  • Çi ji destê te bê bike ku tu destekê bidî kampanyayê. Mirovan hem ji bo gotara xisûsî û hem jî ji bo Bîranînê dawet bike. Ji xwe re lîsteyekê çêke ku tu dixwazî kê dawet bikî. Eger tu bixwazî kesekî ku dûrî te dimîne, dawet bikî, li ser jw.org bibîne ku nêzîkî vî kesî Bîranîn wê kengê û li ku derê derbas bibe

  • Di mehên Adar û Nîsanê de, xizmeta xwe zêde bike. Belkî tu dikarî wek pêşengê alîkar xizmet bikî. Hedef 15 an 30 saet e

  • Ji 18ê Adarê ve bala xwe bide xwendina serpêhatiyên heftiya dawîn a xizmeta Îsa ya li ser erdê. Tu dikarî qerar bidî ku ji “Bernameya Xwendina Kitêba Pîroz a ji bo Bîranînê – 2024” ya li rûpelên 6 û 7an di rojê de çend ayetan bixwînî

  • Di roja Bîranînê de, li Îbadeta Sibehê ya xisûsî li ser jw.org temaşe bike

  • Kesên ku cara pêşîn tên Bîranînê û kesên ku ji aliyê ruhî ve sist bûne bi dilgermî silav bike. Piştî civînê, hazir be ku tu cewaba pirsên mêvanan bidî. Bi kesên eleqedar re planekê çêke ku wan ziyaret bikî

  • Berî û piştî Bîranînê li ser Fîdyeyê kûr bifikire

VÎDEOYA Bîranîna Mirina Îsa Mesîh vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:

Di dema kampanyaya Bîranînê de, em çawa dikarin vê vîdeoyê bi kar bînin?

9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) bt beş 6 par. 18-24, çarçoveya li rûp. 48an

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 73 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne