6-12 GULAN
ZEBÛR 36-37
Kilam 87 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
1. Ji ber Kesên Xerab Aciz Nebe
(10 deqe)
Kesên xerab kul û derdan tînin serê me (Zb 36:1-4; w17.04 10 par. 4)
Yê ku dev ji kînê bernade, zerarê dide xwe (Zb 37:1, 7, 8; w22.06 10 par. 10)
Kesê ku baweriya xwe bi sozên Yehowa tîne, dilê wî rihet e (Zb 37:10, 11; w03-E 1/12 13 par. 20)
JI XWE WISA BIPIRSE: “Gelo ez bi zêdeyî bala xwe didim nûçe û xeberên xerab?”
2. Cewherên Ruhî:
(10 deqe)
Zb 36:6: Di vê ayetê de, Dawid pêxember nivîsand ku edaleta Xwedê wek “çiyayên mezin” e. Gelo wî dixwest çi bigota? (it-2-E 445)
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz:
(4 deqe) Zb 37:1-26 (th ders 10)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. (lmd ders 1 fikir 5)
5. Ziyaretan Dubare Bike
(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Kesekî ku berê nedixwest Kitêba Pîroz lêkolîn bike, kursa Kitêba Pîroz pêşkêşî wî kesî bike. (lmd ders 9 fikir 4)
6. Gotar
(5 deqe) ijwbv-E 45. Mijar: Maneya Zebûr 37:4 Çi ye? (th ders 13)
Kilam 33
7. Gelo Tu ji bo Felaketan Hazir î?
(15 deqe) Gotûbêj.
Ji ber felaketên tebîetê û felaketên ku mirov tînin serê me, xwişk û birayên me li seranserê dinyayê kul û derdan dikişînin û hezkiriyên xwe winda dikin (Zb 9:9, 10). Mixabin, tiştên wisa dikarin werin serê her kesî, loma gerek em xwe hazir bikin.
Ji bo felaketan em çenteyê xwe yê ji bo rewşên acîl û tiştên dina hazir dikin. Wekî din, em çawa dikarin xwe ji bo felaketekê hazir bikin?
Hiş û aqlê xwe hazir bike: Ji bîr neke ku felaket dikarin her tim çêbin û bifikire ku tuyê di wexta felaketekê de çi bikî. Bila dilê te ne li ser mal û milkê te be. Ev yek wê alî te bike ku tu di wexta felaketê de ne mal û milkê xwe, lê canê xwe xelas bikî (1Mû 19:16; Zb 36:9). Wekî din, eger tu hemû tiştên xwe winda bikî jî, tuyê ji ber vê bi zêdeyî dilteng nebî (Zb 37:19).
Ji aliyê ruhî ve haziriyê bike: Baweriya xwe ya bi vê yekê xurttir bike ku Yehowa dixwaze û dikare li te xwedî derkeve (Zb 37:18). Tim bîne bîra xwe, eger xizmetkarekî Xwedê di felaketekê de ji xeynî canê xwe her tiştê xwe winda bike, Yehowa wê rêberiya wî bike û destekê bide wî (Yêr 45:5; Zb 37:23, 24).
Eger em emîn bin ku Yehowa sozên xwe tim tîne cih, emê wî di dema felaketan de bikin birc û stara xwe (Zb 37:39).
VÎDEOYA Gelo Tu ji bo Felaketan Hazir î? vêxe. Paşê van pirsan bipirse:
Yehowa çawa dikare di dema felaketan de alî me bike?
Em dikarin çi bikin ku ji bo felaketan hazir bin?
Em çawa dikarin destekê bidin kesên ku zerar dîtine?
8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:
(30 deqe) bt beş 9 par. 8-16
Gotinên Dawîn (3 deqe) |
a Li kovara Awake! No. 5 2017 rûp. 4-6 (bi zimanê Îngilîzî) binêre.