KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb24 Îlon r. 2-3
  • 2-8 Îlon

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 2-8 Îlon
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
mwb24 Îlon r. 2-3

2-8 ÎLON

ZEBÛR 79-81

Kilam 29 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Qedrê Navê Yehowa Bigire

(10 deqe)

Xwe ji tiştên ku navê Yehowa reş dikin, dûr bigire (Zb 79:9; w17.02 9 par. 5)

Xwe bispêre navê Yehowa (Zb 80:18; ijwbv-E 3 par. 4-5)

Kesên ku ji navê Yehowa hez dikin û bi ya wî dikin, Yehowa wan bi comerdî bibereket dike (Zb 81:13, 16)

Di wexta îstirihetê de, birayek karta jw.org dide hevalkarekî xwe.

Ji bo ku em bi rabûn û rûniştina xwe navê Yehowa pîroz bikin, gerek em ji kesên din re bibêjin ku em Şahidên wî ne

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Zb 80:1: Çima carinan navê Ûsiv ji bo hemû eşîrên Îsraîlê hat bikaranîn? (it-2-E 111)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz:

(4 deqe) Zb 79:1–80:7 (th ders 10)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(1 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 4 fikir 4)

5. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 4 fikir 3)

6. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike. (lmd ders 3 fikir 3)

7. Ziyaretan Dubare Bike

(5 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Kesekî ku berê nedixwest Kitêba Pîroz lêkolîn bike, kursa Kitêba Pîroz pêşkêşî wî kesî bike. (lmd ders 8 fikir 3)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 10

8. Ewê Navê Min Pîroz Bikin

(15 deqe) Gotûbêj.

Di baxceyê Adenê de Îblîs cara pêşîn navê Yehowa reş kiriye. Ji wê rojê û vir ve gerek her mirov û her melek xwe bi xwe qerarê bide ka ew dixwaze navê Yehowa bilind bike yan na.

Ka bala xwe bide hin derewên ku Îblîs li ser Yehowa gotine: Ew îdîa dike ku Yehowa hukimdarekî zalim û bêrehm e (1Mû 3:1-6; Ey 4:18, 19). Ew dibêje ku xizmetkarên Yehowa ji wî hez nakin (Ey 2:4, 5). Bi ser de, wî bi milyonan mirov dane bawerkirin ku Yehowa dinyaya me ya pir xweşik çênekir (Rm 1:20, 21).

Ev derewên xerab li ser te çawa tesîr dikin? Helbet tu nikarî bêdeng bimînî, çimkî tu dixwazî navê Yehowa biparêzî! Wî tim dizanibû ku hesreta xizmetkarên wî ev e ku navê wî pîroz bikin (li Îşaya 29:23 jî binêre). Gelo tu dikarî vêya çawa bikî?

  • Alî kesên din bike ku ew Yehowa nas bikin û jê hez bikin (Yh 17:25, 26). Îsbatên ji bo hebûna wî û xisûsiyetên wî yên pir xweş nîşanî kesên din bide (Îş 63:7).

  • Bi temamiya dilê xwe ji Yehowa hez bike (Mt 22:37, 38). Guh bide qanûnên Yehowa, lê ne tenê ji ber ku qanûnên wî ji bo feydeya te ne, lê ji ber ku tu dixwazî dilê wî xweş bikî (Mtl 27:11).

Kolaj: Sehneyên ji vîdeoya “Dawiya Hezkirinê Qet Nayê – Wexta Em di Mektebê de Rastî Zor û Zehmetiyan Tên.” 1. Ariel rûniştî ye û kurikek jê dipirse ku ew çima silav nade beyraqê. 2. Ew bi alîkariya Kitêba Pîroz û dersa 61ê yê kitêba “Dersên ji Kitêba Pîroz” lêkolîna şexsî dike. 3. Ew li ber sinifa xwe sekinî ye û şahidiyê dike. 4. Hevaldersekî Diego cixareyeke elektronîk pêşkêşî wî dike. 5. Ew bi alîkariya tabletekê lêkolîna şexsî dike. 6. Ew bi kêfxweşî ji mektebê diçe malê.

VÎDEOYA Dawiya Hezkirinê Qet Nayê – Wexta Em di Mektebê de Rastî Zor û Zehmetiyan Tên vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

  • Ariel û Diego navê Yehowa çawa diparast?

  • Wan çima dixwest navê wî biparêzin?

  • Tu çawa dikarî wek wan bikî?

9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

(30 deqe) bt beş 15 par. 1-7, û pêşgotina qisim 6

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 90 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne