KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb24 Îlon r. 14-15
  • 28 Cotmeh–3 Mijdar

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 28 Cotmeh–3 Mijdar
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2024
mwb24 Îlon r. 14-15

28 COTMEH–3 MIJDAR

ZEBÛR 103-104

Kilam 30 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Ew ji Bîr Nake ku “Em Ax in”

(10 deqe)

Yehowa dilrehm e, ji ber vê yekê ew yekî maqûl e (Zb 103:8; w23.07 21 par. 5)

Gava em şaşiyan dikin jî, ew destê me bernade (Zb 103:9, 10; w23.09 6-7 par. 16-18)

Ew tiştekî ji qeweta me zêdetir naxwaze (Zb 103:14; w23.05 26 par. 2)

Jinek dilê xwe ji zilamê xwe re vedike, û ew baş guhdarî dike.

JI XWE WISA BIPIRSE: “Gelo ez di zewaca xwe de wek Yehowa bi maqûlî û nermiyê hereket dikim?”

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Zb 104:24: Ev ayet li ser qewet û hîkmeta Yehowa ya ji bo çêkirina tiştên nû çi ji me re dibêje? (cl-E 55 par. 18)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz:

(4 deqe) Zb 104:1-24 (th ders 11)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. (lmd ders 3 fikir 4)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Kesê ku kursa Kitêba Pîroz qebûl kir, vîdeoya Tu bi Xêr Hatî Kursa Kitêba Pîroz! nîşanî wî bide û li ser wê sohbetê bike. (th ders 9)

6. Gotar

(5 deqe) lmd pêvek A fikir 6. Mijar: Gerek Mêr “Wek ku ji Xwe Hez Dike, ji Jina Xwe Hez Bike”. (th ders 1)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 44

7. Gelo Tu Hedên Xwe Dizanî?

(15 deqe) Gotûbêj.

Gava em bi temamiya qeweta xwe ji Yehowa re xizmetê dikin, hem dilê wî, hem jî dilê me xweş dibe (Zb 73:28). Lê belê, eger em bala xwe nedin sînorên xwe û hay ji xwe nebin, belkî wê dilê me teng bibe û kêfxweşiya me winda bibe.

Xwişka ji vîdeoya “Kesê Maqûl, ji Destê Wî Çi Tê, Dikare Bike”.

VÎDEOYA Kesê Maqûl, ji Destê Wî Çi Tê, Dikare Bike vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

  • Gelo Yehowa ji me çi dixwaze? (Mk 6:8)

  • Sehneyek ji vîdeoya “Kesê Maqûl, ji Destê Wî Çi Tê, Dikare Bike”. Di lokantayekê de ew xwişk tevî xwişkeke din xwendekarekê teşwîq dike.
  • Çi alî xwişka me kir ku ew ji tirsên xwe xelas bibe?

EM ÇAWA DIKARIN HEDÊN XWE BIZANIBIN?

  • Xwe neşibîne kesên din (Gl 6:4). Halê me hemûyan ne wek hev e. Îcar nefikire ku gerek tu her tiştî wek kesên din bikî. Belkî halê kesekî din dişibe halê te, dîsa jî tu dikarî ji wî kesî zêdetir an kêmtir jî bikî

  • Netirse, tu dikarî tiştên nû jî biceribînî (Rm 12:1; 1Kr 7:31). Belkî tu dixwazî di xizmetê de tiştekî nû bikî, lê tu difikirî ku ev yek ji bo te ne mumkin e yan ku tuyê jê kêfê nestînî. Di halekî wisa de netirse ku tu tiştekî nû biceribînî (Mlx 3:10).

  • Bi alîkariya hedefên maqûl hedên xwe baştir nas bike. Mesela, gelo tu dixwazî bibî pêşengê daîmî? Eger wisa be, tu dikarî ji bo çend mehan xizmeta xwe hê zêdetir bikî yan bibî pêşengê alîkar. Wekî din, tu dikarî dest bi pêşengiyê bikî û vê yekê ji bo salekê biceribînî. Belkî tuyê bibînî ku qeweta te ya ji bo pêşengiyê tune ye. Ji ber vê yekê xemgîn nebe, tu dikarî li ser tiştên ku te kirine kêfxweş bî û ne lazim e ku tu poşman bibî (Wz 6:9).

  • Hazir be ku xwe biguherînî. Hal û rewşa me tim tê guhertin, loma hazir be ku hedefên xwe jî carinan eyar bikî

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

(30 deqe) bt beş 17 par. 8-12, çarçoveya li rûp. 137an

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 55 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne