KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb25 Adar r. 14-15
  • 28 Nîsan–4 Gulan

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 28 Nîsan–4 Gulan
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
mwb25 Adar r. 14-15

28 NÎSAN–4 GULAN

METHELOKÊN SILÊMAN 11

Kilam 90 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Vêya Nebêje!

(10 deqe)

Tiştekî ku dilê cîranê te diêşîne nebêje (Mtl 11:9; w02-E 15/5 26 par. 4)

Tiştekî ku yekîtiya me xera dike, nebêje (Mtl 11:11; w02-E 15/5 27 par. 2-3)

Sirên kesên din veneke (Mtl 11:12, 13; w02-E 15/5 27 par. 5)

Du bira di salonê de bi hev re sohbetê dikin. Yek ji wan li ser birayekî din, ê ku nêzîkî wan dibe, tiştên xerab dibêje.

KÛR BIFIKIRE: Gotinên Îsa Mesîh li Lûqa 6:45 çawa alî me dikin ku em xeberên xerab û tûj neynin ziman?

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Mtl 11:17: Ev yek ku em dilovaniyê nîşanî kesên din bidin çima ji bo xêra me ye? (g20.1-E 11, çarçove)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mtl 11:1-20 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Li fersendeke baş bigere û tiştekî ku tu li civînê elimî, bibêje. (lmd ders 2 fikir 4)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Vîdeoyeke ji Hacetên Elimandinê nîşan bide. (lmd ders 8 fikir 3)

6. Mirovan Bike Şagirt

(4 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bike û nîşan bide ku kurs çawa derbas dibe. (lmd ders 10 fikir 3)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 157

7. Bi Zimanê Xwe Aştiyê Xera Neke

(15 deqe) Gotûbêj.

Ji ber ku em qisûrdar in, em tiştên nebaş jî dibêjin (Aq 3:8). Lê eger em hay ji xwe hebin ku em çi bibêjin, wê ne lazim be ku em paşê ji bo gotinên xwe poşman bibin. Ji ber van tiştan aştiya civatê dikare xera bibe:

  • Pesndayîna Xwe. Gava mirov pesnê xwe dide, dibe ku kesên din hesûdiya wî bikin (Mtl 27:2).

  • Neduristî. An mirov derewan dibêje, an jî ew bi qesdî melûmatên muhîm nabêjin da ku kesên din mijarê şaş fehm bikin. Piçek neduristî jî dikare navê me xera bike (Wz 10:1).

  • Paşgotinî. Ev yek gotinên pûç û vala yên li ser kesên din û jiyana wan a şexsî ne. Kesên ku paşgotiniyê dikin, pozê xwe dixin îşê kesên din (1Tîm 5:13). Bi vî awayî pevçûn û fitne çêdibin.

  • Gotinên ji Qehrê. Gava mirov kesekî din diqehirîne, ew kes çi li ser dilê wî hebe, ew vê yekê dibêje (Ef 4:26). Gotinên wisa dikarin dilê kesên din biêşînin (Mtl 29:22).

Sehneyên ji vîdeoya “Tiştên ku Aştiyê Xera Dikin “ji ser Xwe Bavêjin” – Bi Qismî.” 1. Emily û Celia di qehwexaneyê de ne. Celia Haleyê di înternetê de dişopîne. 2. Haley ji Celiayê pir qehirî û li parka erebeyan a salona îbadetê peyvên hişk û tûj jê re dibêje.

VÎDEOYA Tiştên ku Aştiyê Xera Dikin “ji ser Xwe Bavêjin” – Bi Qismî vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:

  • Gava em hay ji xeberdana xwe nebin, gelo hizûra civatê çawa dikare xera bibe?

Li vîdeoya “Li Aştiyê Bigere û Bikeve pey Wê” temaşe bike û bibîne ku xwişk û birayên me çawa li hev hatin.

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) bt beş 25 par. 14-21

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Strana Nû ya ji bo Komcivîna Sala 2025an û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne