19-25 GULAN
METHELOKÊN SILÊMAN 14
Kilam 89 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
1. Di Rojên Felaketan de Gavên Bihîkmet Bavêje
(10 deqe)
“Baweriya xwe bi her tiştî” neyne (Mtl 14:15; w23.02 22-23 par. 10-12)
Xwe nespêre hîsên xwe yan tecrûbeya xwe (Mtl 14:12)
Guh nede kesên ku rêberiya teşkîlata Yehowa qebûl nakin (Mtl 14:7)
KÛR BIFIKIRE: Rîspîno, gelo hûn hazir in ku di rojên felaketan de guh bidin rêberiyê û xwe bispêrin Yehowa Xwedê? (w24.07 5 par. 11).
2. Cewherên Ruhî
(10 deqe)
Mtl 14:15: Em çawa dikarin qerarên baş bidin? (lff ders 35 fikir 2)
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mtl 14:1-21 (th ders 11)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(3 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Kesê din ji te re dibêje ku ji bo wî zehmet e debara mala xwe bike. Li ser vê yekê fikreke ji Kitêba Pîroz nîşanî wî bike. (lmd ders 3 fikir 3)
5. Ziyaretan Dubare Bike
(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Di sohbeta berê de, kesê din ji te re got ku meraqa wî li ser çi ye. Îcar li ser vê mijarê weşanekê pêşkêşî wî bike. (lmd ders 9 fikir 4)
6. Mirovan Bike Şagirt
(5 deqe) Dilê xwendekarê xwe xurt bike ku Kitêba Pîroz her roj bixwîne. Nîşanî wî bike ku ew çawa dikare bigihîje vê hedefê. (th ders 19)
Kilam 126
7. Ji bo Felaketekê Hazir Bimînin!
(15 deqe) Gotûbêj.
Ji aliyê rîspiyekî ve gerek bê derbaskirin. Eger hebin, melûmatên ji buroyê yan ji koma rîspiyan pêşkêş bike.
Em dizanin ku “di rojên dawîn de” problemên me her ku diçe zêde dibin (2Tîm 3:1). Li dema felaketan, teşkîlata Yehowa di wexta rast de şîretên bifeyde dide me. Ev şîret dikarin jiyana me xelas bikin. Lê ji bo vê gerek em îro îmana xwe xurt bikin û xwe hazir bikin (Mtl 14:6, 8).
Îmana xwe xurt bike: Bi nîzamî Kitêba Pîroz bixwîne û lêkolîna şexsî bike. Di xizmetê de hunerên xwe bi pêş bixe. Eger tu ji bo wextekê nikarî bi xwişk û birayên xwe re li hev top bibî, netirse (Mtl 14:30). Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh tim li kêleka te ne (od-E 176 par. 15-17).
Xwe hazir bike: Bila çenteyên we yên ji bo rewşên acîl hazir bin. Wekî din, bila di her malê de bi têra xwe av, xwarin, derman û tiştên din ên lazim hebin, çimkî di hin rewşan de gerek em ji bo wextekê li mala xwe bimînin (Mtl 22:3; g-E 17.5 4).
VÎDEOYA Gelo Tu ji bo Felaketan Hazir î? vêxe. Paşê van pirsan bipirse:
Yehowa çawa dikare di demên felaketan de alî me bike?
Ji bo ku em hazir bin, em dikarin çi bikin?
Em çawa dikarin alî kesên ku seba felaketekê zerar dîtiye, bikin?
8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê
(30 deqe) bt beş 26 par. 18-22, çarçoveya li rûp. 209an