KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb25 Tîrmeh r. 11-16
  • 11-17 Tebax

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 11-17 Tebax
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2025
mwb25 Tîrmeh r. 11-16

11-17 TEBAX

METHELOKÊN SILÊMAN 26

Kilam 88 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Ji “Kesê Bêaqil” Dûr Bimîne

(10 deqe)

“Kesê bêaqil” ne hêjayî rûmetê ye (Mtl 26:1; it-2-E 729 par. 6)

Gelek caran terbiyeyeke hişk ji “bêaqilan” re lazim e (Mtl 26:3; w87-E 1/10 19 par. 12)

Mirov nikare baweriya xwe bi “kesê bêaqil” bîne (Mtl 26:6; it-2-E 191 par. 4)


ŞÎROVE: Li gor Kitêba Pîroz, “kesê bêaqil” tiştên bimantiq qebûl nake û guh nade qanûnên Yehowa yên li ser exlaq.

Di mektebê de birayekî ciwan ji hevaldersên xwe dûr dikeve, ew li ser telefona xwe li tiştekî mêze dikin.

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Mtl 26:4, 5: Ma ev du ayet li dijî hev in? (it-1-E 846)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mtl 26:1-20 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Bi alîkariya belavokekê dest bi sohbetê bike. (lmd ders 1 fikir 5)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Di ziyareta berê de, te belavokek li cem xwediyê malê hişt. Îcar li ser eynî belavokê sohbetê dewam bike. (lmd ders 7 fikir 4)

6. Mirovan Bike Şagirt

(5 deqe) Alî xwendekarê xwe bike ku ew mizgîniyê bide merivekî xwe. (lmd ders 11 fikir 5)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 94

7. Bi Destê Lêkolîna Şexsî Hîkmeta ji bo Xelasiyê Bistîne

(15 deqe) Gotûbêj.

Kolaj: 1. Xwişkek li mala xwe lêkolînê dike. Li ser kompîtura wê vîdeoyeke bi zimanê îşaretan ji jw.org tê nîşandayîn. 2. Di navberekê de birayek bi destê telefona xwe û berguhkan lêkolînê dike. 3. Xwişkeke extiyar li ser tableta xwe programa “JW Library” bi kar tîne. 4. Wexta civînê, dayikek û kurê wê li ser tabletekê programa “JW Library” bi kar tînin.

Pawlosê şandî anî bîra Tîmotêyos ku ew ji zaroktiya xwe ve nivîsarên pîroz elimîbû. Wî got ku ev tişt pir bi qîmet in, çimkî bi destê wan nivîsaran, Tîmotêyos dikaribû hîkmeta ji bo xelasiyê bistîne (2Tîm 3:15). Erê, rastiyên Kitêba Pîroz pir bi qîmet in. Ji ber vê yekê gerek em hemû ji bo xwendin û lêkolînkirina Kitêba Pîroz wextê veqetînin. Lê eger kêfa me ji lêkolînê re neyê, gerek em çi bikin?

1. Petrûs 2:2 bixwîne. Paşê van pirsan bipirse:

  • Gelo mumkin e ku mirov ji lêkolînê kêfê bistîne?

  • Em çawa dikarin “bêriya” Peyva Xwedê bikin? (w18.03 29 par. 6)

  • Em çawa dikarin bi destê programên elektronîk ên teşkîlata me ji lêkolîna Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînin?

VÎDEOYA Serkeftinên Teşkîlatê – Şîretên ji bo Bikaranîna JW Library vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

  • Te çawa ji JW Library® feyde stand?

  • Kêfa te ji kîjan hacetan re hat?

  • Tu dixwazî kîjan hacetan hîn bibî û bişixulînî?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

(30 deqe) lfb dersên 8-9an

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 89 û Dua

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne