KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w22 Tîrmeh r. 31
  • Pirsên Xwendevanan

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Pirsên Xwendevanan
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Malzemeya Eleqedar
  • Rastî Ne Aştiyê, Lê Şûr Tîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
w22 Tîrmeh r. 31

Pirsên Xwendevanan

Gelo Îsa Mesîh dixwest bi van gotinan çi bigota: “Nefikirin ku ez hatime aştiyê bînim”?

Xebera ku Îsa Mesîh belav dikir, xebera aştiyê bû. Lê belê, wî carekê ji şandiyên xwe re wisa got: “Nefikirin ku ez hatime aştiyê bînim ser rûyê erdê. Ez nehatime ku aştiyê bînim, lê ez hatime ku şûr bînim. Çimkî ez hatime ku dijraberiyê bixim navbera bav û kur, dê û keçê, bûkê û xesûyê” (Metta 10:34, 35). Gelo maneya van gotinan çi ye?

Îsa Mesîh helbet nedixwest ferdên malbatê ji hev veqetîne, lê wî dizanibû ku seba hîndariyên wî, “şûr” wê bikeve nava hin malbatan. Loma, gava kesek dixwaze bibe şagirtê Îsa Mesîh û bin av bibe, gerek ew bizanibe ku çi dikare biqewime. Seba muxalefeta merivên wî yên nebawermend, dibe ku li wî zor bê ku ew li gor prensîpên Kitêba Pîroz bijî.

Kitêba Pîroz ji şagirtên Îsa Mesîh re wisa dibêje: “Heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin” (Romayî 12:18). Dîsa jî, hîndariyên Îsa Mesîh dikarin ji bo hin malbatan wek “şûr” bin. Gava kesek qerarê dide ku bibe şagirtê Îsa Mesîh, merivên wî, yên ku hîndariyên Îsa Mesîh qebûl nakin, dikarin bibin “dijminê” wî (Metta 10:36).

Diya jinikeke ciwan ji wê dixwaze ku ew dev ji riya rastiyê berde, lê ew xwe li baweriya xwe qayim digire. Di destê jinika ciwan de kitêba “Heta bi Hetayê Dilşad Be!” heye.

Carinan lazim e ku şagirtekî Îsa Mesîh qerarê bide ka ewê dilê merivên xwe yên nebawermend yan jî dilê Yehowa û Îsa Mesîh şa bike. Mesela, dibe ku merivên nebawermend zorê li wî bidin ku ew cejneke dînî bi wan re pîroz bike. Di halekî wisa de, gelo ewê çi bike? Îsa Mesîh wisa got: “Yê ku dê an bavê xwe ji min bêtir hez dike, ne hêjayî min e” (Metta 10:37). Îsa Mesîh helbet nedixwest bigota ku ji bo ku kesek hêjayî wî be, gerek ew ji dê û bavê xwe hindiktir hez bike. Bi eslê xwe, wî dixwest bigota ku gerek ew rind bizanibe ku çi muhîmtir e. Eger merivên me yên nebawermend bixwazin riya me bigirin, da ku em ji Yehowa re îbadetê nekin, emê dîsa jî ji wan hez bikin, lê emê ji bîr nekin ku hezkirina Yehowa tiştê herî muhîm e.

Muxalefeta malbatê helbet dikare derdekî mezin be. Dîsa jî, şagirtên Îsa Mesîh van gotinên wî ji bîr nakin: “Ewê ku xaça [stûna] xwe hilneyne û li pey min neyê, ne hêjayî min e” (Metta 10:38). Yanî, şagirtên Îsa Mesîh hazir in ku li hemberî muxalefeta malbatê sebat bikin. Wekî din, ew hêviya xwe winda nakin ku rojekê, hal û hereketên wan ên baş wê alî merivên wan bikin ku ew fikra xwe biguherînin û dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz bikin (1. Petrûs 3:1, 2).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne