TEWSIYEYÊN JI BO LÊKOLÎNÊ
Fikrên ji bo Îbadeta Şexsî û Îbadeta Malbatê
Em ne tenê li civînan û li komcivînan, lê bi tena serê xwe yan bi malbata xwe re jî ji Yehowa re îbadetê dikin. Ka bala xwe bide van tewsiyeyên ji bo îbadeta şexsî û îbadeta malbatê:
Ji bo civînan haziriyê bike. Mesela, kilaman prova bike û alî hemû ferdên malbatê bike ku ew ji xwe re cewabekê hazir bikin.
Serpêhatiyeke Kitêba Pîroz bixwîne. Paşê, resmê tiştekî ku di serpêhatiyê de derbas dibe, çêke. Yan jî, binivîse ku tu ji vê serpêhatiyê çi hîn bûyî.
Yek ji duayên ku di Kitêba Pîroz de derbas dibin, lêkolîn bike, û bifikire ka ew çawa dikare alî te bike ku tu duayên xwe kûrtir bikî.
Li vîdeoyeke teşkîlatê temaşe bike û paşê bi kesên din re li ser wê sohbetê bike yan notekê binivîse.
Xwe ji bo xizmetê hazir bike û paşê prova bike.
Li tebîetê binêre û kûr bifikire ka ew di heqê Yehowa de çi nîşan dide yan li ser vê yekê sohbetê bike.a
a Li meqaleya “Bi Rêya Tiştên Xuliqandî Nêzîktirî Yehowa Bibe” (Birca Çavdêriyê, Adar 2023) binêre.