KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w24 Hezîran r. 32
  • Gelo Baweriya Te Heye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo Baweriya Te Heye?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Malzemeya Eleqedar
  • Bawerî – Sifateke ku Me Qewî Dike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
w24 Hezîran r. 32

GOTINÊN KITÊBA PÎROZ

Gelo Baweriya Te Heye?

Ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek baweriya me hebe. Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje ku hin kes hene ku “baweriya wan tune” (2. Selanîkî 3:2). Di vê ayetê de, Pawlos behsa “mirovên dijraber û xerab” dikir, ên ku zilm li wî dikir. Lê gotina wî ya li ser baweriyê ne tenê di heqê wan de bû. Kesên din jî hene, yên ku “baweriya wan tune”. Mesela, hin kes îsbatên ku Xwedê heye, red dikin (Romayî 1:20). Hin kes jî qebûl dikin ku kesekî yan qudreteke mezin heye, lê ev yek ne bes e ku Yehowa ji wan razî be.

Gerek em emîn bin ku Yehowa heye û ku ew kesên ku baweriya wan xurt e, xelat dike (Îbranî 11:6). Bawerî yek ji xisûsiyetên berê ruhê pîroz e. Ji bo ku em ruhê pîroz bistînin, gerek em ji Yehowa re dua bikin (Lûqa 11:9, 10, 13). Wekî din, gerek em Kitêba Pîroz, a ku ji aliyê Xwedê ve hatiye îlhamkirin, bixwînin. Paşê, gerek em li ser tiştên ku em dixwînin, kûr bifikirin û xîret bikin ku li gor wan bijîn. Ruhê Yehowa dikare li ser jiyana me tesîr bike û alî me bike ku em li gor baweriya xwe bijîn, da ku ew ji me razî be.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne