KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w24 Mijdar r. 31
  • Lêkolîna Şexsî Îhmal Neke

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Lêkolîna Şexsî Îhmal Neke
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Malzemeya Eleqedar
  • Ji Lêkolîna Şexsî Zêdetir Feyde Bibîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Kursa Kitêba Pîroz Çi ye?
    Pirsên Pir Tên Pirsîn
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
w24 Mijdar r. 31
Ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz, xwişkek kompîtur, Kitêba Pîroz û defterekê bi kar tîne. Ew di Kitêba Pîroz de li cedwela hêzên cîhanî dinêre, yên ku Danîêl pêxember ji berê ve behsa wan kiribû

Lêkolîna Şexsî Îhmal Neke

GELO li te zor tê ku tu Kitêba Pîroz bi awayekî nîzamî lêkolîn bikî û jê kêfê bistînî? Halê me giştan carinan wisa ye. Bi eslê xwe, gelek tişt hene, yên ku gerek em bi awayekî nîzamî bikin. Mesela, gerek em bi awayekî nîzamî serê xwe bişon. Ji bo vê, wext û xîret lazim e, lê piştî ku me serê xwe şûştiye, ma em xwe rehet hîs nakin? Mîna vê, lêkolîna Kitêba Pîroz jî me wek “şuştina avê” rehet dike (Efesî 5:26). Ka bala xwe bide van tewsiyeyên bifeyde:

  • Ji xwe re planekê çêke. Lêkolîna Kitêba Pîroz yek ji “tiştên hê muhîmtir” e, yên ku gerek şagirtên Îsa Mesîh îhmal nekin (Filîpî 1:10, NWT). Ji bo ku tu bi plana xwe ve girêdayî bimînî, belkî tu dikarî plana xwe ser dolabê yan li cihekî din daleqînî. Yan jî, tu dikarî ji bo saeta lêkolînê li ser telefona xwe alarmekê deynî.

  • Hewcedariyên xwe hesab bike. Dema lêkolînê li gor hewcedariyên xwe eyar bike. Eger li te zor tê ku tu bi bo demeke dirêj dîqata xwe bidî mijarê, tu belkî dikarî teqrîben 10 deqe lêkolîn bikî. Di nav 10 deqeyan de jî, tu dikarî gelek tiştan hîn bibî. Wekî din, piştî ku te dest pê kiriye, dibe ku daxwaza te hebe ku tu dewam bikî (Filîpî 2:13).

  • Mijarê ji berê ve hilbijêre. Eger tu rûnî û nizanî ku çi lêkolîn bikî, dibe ku tu wexta xwe winda bikî (Efesî 5:16). Ma ne baştir be ku tu ji berê ve lîsteyeke meqale yan mijaran hazir bikî, yên ku tu dixwazî lêkolîn bikî? Gava pirsek tê bîra xwe, wê binivîse. Li dawiya lêkolînê, tu belkî dikarî hin mijarên din, ên ku tu dixwazî lêkolîn bikî, di lîsteya xwe de binivîsî.

  • Eger lazim be, guhertinan bike. Tiştê herî muhîm ne ev e ku tu kengê, çi qas yan çi lêkolîn dikî, lê ev e ku tu bi awayekî nîzamî lêkolîn bikî. Loma, eger lazim be, hazir be ku di plana xwe de guhertinan bikî.

Lêkolîna binîzam bi rastî jî ji bo bifeyde ye. Lêkolîna Kitêba Pîroz alî me dike ku em nêzîktirî Yehowa bibin, bi hîkmet hereket bikin û xwe rehet hîs bikin (Yêşû 1:8).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne