Pêşgotin
Gelo tu bi hesret dixwazî li dinyayeke ku şer û pevçûn lê tune ye bijî? Gelek kes dibêjin ku ev fikir xweş e, lê tenê xeyal e. Kitêba Pîroz zelal dike ku mirov çima nikarin hemû şeran bidin sekinandin. Wekî din, Kitêba Pîroz şîrove dike ku aştiya dinyayê çawa mumkin e û wê di demeke nêzîk de pêk bê.
Di vê kovarê de, peyvên “şer” û “pevçûn” ji bo komên çekdar, ên ku ji bo armanceke siyasî bi hev re şer dikin, tên bikaranîn. Navên hin kesan hatine guhertin.