Gelo Te Qet ji Xwe Pirsiye?
Her kes aştiyê dixwaze, lê çima ew qas şer hene?
Gelo mirov çawa dikare li vê dinyaya ku bi zordariyê ve tije ye hizûrê bibîne?
Gelo rojekê emê li dinyayeke ku şer lê tune ye bijîn?
Tiştên ku Kitêba Pîroz li ser vê mijarê dibêje dibe ku te ecêbmayî bihêlin, lê bê guman wê teseliyê bidin te.
Gelo tu dixwazî bersivên van pirsên muhîm di Kitêba Pîroz de bibînî? Ev kovara Birca Çavdêriyê vê mijarê zelal dike.