KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Tîrmeh r. 31
  • Te Ev Yek Dizanibû?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Te Ev Yek Dizanibû?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Malzemeya Eleqedar
  • Qîmetê Bide Xizmeta di Îbadetgeha Ruhî de
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Tîrmeh r. 31
Kahîn li ser qurbangeha îbadetgehê heywanan qurban dikin.

Te Ev Yek Dizanibû?

Di sedsala yekê de, gava kahînan qurban pêşkêş dikirin, wan bi xwînê çi dikir?

DI DEMÊN berê de, kahînên li îbadetgeha Orşelîmê her sal bi hezaran heywan li ser qurbangehê pêşkêş dikirin. Li gor dîrokzan Josephus, di Cejna Derbasbûnê de zêdetirî 250.000 berx wek qurbanên şewitandinê dihatin qurbankirin. Ji ber vê, pir xwîn dihat rijandin (3. Mûsa 1:10, 11; 4. Mûsa 28:16, 19). Gelo wan bi vê xwînê çi dikir?

Li îbadetgeha Hêrodês, arkeologan sîstemeke kanalîzasyonê dîtiye, ya ku heta ku îbadetgeh P.M. di sala 70yî de hat wêrankirin, dihat bikaranîn. Wisa tê fehmkirin ku xwîn diket vê sîstema kanalîzasyonê.

Ka bala xwe bide van du xisûsiyetên vê sîstemê:

  • Qulên li kêleka qurbangehê: Li ser sîstema kanalîzasyonê ya ji bo qurbangehê, Mîşnaa wisa dibêje: “Li goşeyê başûre rojava, du qul hebûn. … Xwîna ku ji bingeha rojava û bingeha başûr diherikî di van qulan re diket kanalîzasyonê û diçû newala Kîdronê.”

    Li gor arkeologan, bi rastî jî qulên wisa hebûn. Çavkaniyek dibêje ku nêzîkî îbadetgehê, “sîstemeke mezin a kanalîzasyonê” hatiye dîtin, a ku “bi îhtimaleke mezin ji bo ava qirêj û xwîna qurbanan dihat bikaranîn” (The Cambridge History of Judaism).

  • Ava ji bo paqijkirinê: Ji bo şûştina bingeha qurbangehê û sîstema kanalîzasyonê ji kahînan re pir av lazim bû. Ji bo vî îşê muhîm, kahînan ava ku ji bajêr dihat, bi kar dianî. Sîstema avê ji kanal, kemerên avê, bîr û hewzan pêk dihat. Arkeolog Joseph Patrich wisa got: “Di demên berê de, sîstemeke ew qas mezin a ji bo tedarekkirina avê û şûştina îbadetgehekê tiştekî bêemsal bû.”

a Koleksiyoneke qanûnên devkî yên Cihûyan, a ku P.M. di destpêka sedsala sisêyan de hat hazirkirin

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne