TEWSIYEYÊN JI BO LÊKOLÎNÊ
Xwendina Kitêba Pîroz Îhmal Neke
Ji ber kar û mesûliyetên te, gelo carinan li te zor tê ku tu Kitêba Pîroz her roj bixwînî? (Yêşû 1:8). Ka yek ji van tewsiyeyan biceribîne:
Alarm deyne. Ji bo xwendina Kitêba Pîroz, li ser telefona xwe alarma herrojî deyne.
Kitêba Pîroz li ber çavan deyne. Eger tu Kitêba Pîroz a çapkirî dixwînî, kitêba xwe li cihekî wisa deyne ku tu wê her roj bibînî (5. Mûsa 11:18).
Guh bide qeydên deng. Bi hin zimanan, qeydên deng ên Kitêba Pîroz hene. Gava tu karê xwe dikî, guh bide van qeydan. Xwişkeke bi navê Tara, ya ku hem pêşeng e hem dayika sê zarokan e û şevan dixebite, wisa dibêje: “Gava ez îşên malê dikim, ez guh didim qeydên deng ên Kitêba Pîroz. Ev yek alî min dike ku ez xwendina Kitêba Pîroz îhmal nekim.”
Dev ji xîreta xwe bernede. Eger plana te ji ber rewşên nehêvîkirî xera bibe jî, berî razanê qet nebe çend ayetan bixwîne. Eger tu her roj bi tenê çend ayetan bixwînî jî, ev yek pir bifeyde ye (1. Petrûs 2:2).