TEWSIYEYÊN JI BO LÊKOLÎNÊ
Serpêhatiyên Kitêba Pîroz Bîne ber Çavê Xwe
Di Kitêba Pîroz de, gelek serpêhatiyên tarîxî hene, yên ku dersên muhîm nîşanî me didin. Ji bo ku em van serpêhatiyan baştir fehm bikin û ji wan zêdetir feydeyê bistînin, em dikarin wan bînin ber çavê xwe. Ka bala xwe bide hin tewsiyeyên ku dikarin alî te bikin ku tu vêya bikî.
Kitêba Pîroz bi deng bixwîne. Xwendina bideng dikare alî te bike ku tu sehneyan bînî ber çavê xwe. Ji xeynî vê, gava hûn Kitêba Pîroz wek malbat dixwînin, her kes dikare gotinên kesekî din bixwîne.
Sehneyan xeyal bike. Xeyal bike ku kesên ku di serpêhatiyê de derbas dibin çi difikirîn û çi hîs dikirin. Ji xwe bipirse: “Vî kesî çima wisa got yan wisa kir? Eger ez li wê derê bûma, ezê çi bifikiriyama?”
Resiman çêke. Çêkirina resmên sehneyên Kitêba Pîroz dikare alî te bike ku tu serpêhatiyan baştir bînî ber çavê xwe û wan ji bîr nekî. Ji bo vê, ne lazim e ku tu resamekî hoste bî.