Hûn Dixwazin Pirtûka Pîroz Baştir Nas Bikin?
Bo Çi Lazime Em Pirtûka Pîroz Bixwînin?
PİRTÛKA PÎROZ ji hemû pirtûkên din cuda ye—ew tijî talîm û fêrkariyên heza Xwedê ye (1. Selanîkî 2:13). Eger hûn li gor Pirtûka Pîroz bimeşin, hûnê feyde û havilî pir mezin û gewre bibînin. Bi vî awayî, hûnê heza xwe bo Xwedê zêde bikin û bi wî nêzîk bibin. Bi wî Xwedê ku “her nahmet, her xelata rewneqdar,” dide, nêzîk bibin (Aqûb 1:17). Bi hûrnêrîn û lêkolîna Pirtûka Pîroz, hûnê bizanibin mirov çawa dikare bi destê duayê xwe nêzîkî Xwedê bike. Di dema tengaviyê de, hûnê bibin şahidên alîkarî û yarmetiya Xwedê. Eger hûn li gor pîvanên Pirtûka Pîroz bijîn, wê Xwedê jiyana herheyî bide we.—Romayî 6:23.
Rastiyên Pirtûka Pîroz ji mirovan re dûrendîşê dide û kesên ku têgihîştina wê qezenc dikin, ji nezaniya, ku li ser jiyana milyonan mirovan hukûm dike, azad dibin. Bo mînak, zanebûna li ser mirinê, mirovan ji tirsa ku mirî ziyanê bidin wan yan xizmên mirî û hevalên wanên ezîyet bibînin, azad dike (Hêzekîêl 18:4). Perwerde û hînbûna li ser vejîn û rabûna miriyan ku di Pirtûka Pîroz de ye, dibe sedema xemrevîna wan kesên ku xoşewî û dildarên xwe ji dest da ne (Yûhenna 11:25). Û zenebûna rastiya li ser ferîşteyên xirab, me ji xeterên giyangîtî û ruhdariyê agahdar dike û wekî din, ji me re alîkarî dike ku em têbigihîn, çire li ser rûyê erdê evqas pir asteng hene.
Ûsil û bingehên xwedayî yên Pirtûka Pîroz nîşan didin, kîjan rê bo jiyana meya cîsmanî bi xêrxwazî ye. Bo mînak, “di têkiliyên xwe de bi rastdîtin” bo tenduristiya cîsmî xêrxwazî ye (1. Tîmotêyos 3:2). Wekî din, kî, “xwe ji her tiştê ku beden û ruh biqirêj dike” pak bike, ew tenduristî û saxiya xwe diparêze (2. Korîntî 7:1). Rêveçûyina li pey pend û şîretên Xwedê ku di Pirtûka Pîroz de ne, dilşadiya zewacê û rûmetê jî pêşve dibe.—1. Korîntî 6:18.
Eger hûn xwastên Gotina Xwedê bînin cîh, hûnê bibin şexsekî dilşadtir. Zanistiya Pirtûka Pîroz alîkar û yarmetiya me dike, ku em aşitiya hindurî qezenc bikin, qayilbûn û hîviyê dide me. Zanistiya xudayî alîkariya me dike, ku em sifatên baş, mîna hemderdî, hez, şadî, aştî, dilovanî û bawerî geş bikin (Galatî 5:22, 23; Efesî 4:24, 32). Sifat û nexşên wisa alîkarî û yarmatî dike, ku em bibin mêr û jin, bav û dayik, kur û keçên baştir.
Gelo we jî ta vê gavê bo paşerojê qet fikr ne kirî ye? Pêşbînî û pêxembertiya Pirtûka Pîrozê nîşanî me dide, ka em di şîpa demê de, li ku ne. Ev pêxembertî ne tenê ji me re rewşa vê dinê dide naskirin, lê belê ew vê jî nîşan didin ku wê Xwedê zemîn zû biguherîne û bike yek bihuşt.—Peyxam 21:3, 4.
Alîkarî Bo Fêhm û Têgihîştina Pirtûka Pîroz
Belkî we carekî ceribandibe, ku Pirtûka Pîroz bixwînin, lê belê we dît têgihîştina wê giran bû. Dibe ku we nedîtibin bersîvên pirsên we di Pirtûka Pîroz de, li ku ne. Eger wisa be, hûn tenê nînin. Em gişt, bo fêhm û têgihiştina Gotina Xwedê hewcedarên alîkar û yarmetiyê ne. Şahidên Yahowa, di 235 welat û deveran de, bi milyonan mirovan bêperedayîn li ser Pirtûka Pîroz perwerde dikin. Ewê xoşhal bin, eger ew di vê hêlê de bikaribin yarmetiya we jî bikin.
Ûsilê lêkolîna baştir, gav bi gav, bi destpêkirina hînbûna bingehiyên Pirtûka Pîroz e (Îbranî 6:1). Piştî demekî, hûnê bo jihevnaskirina “xwarina hişk”–yanî rastiyên aloz û tevlihevên kûr, amade bin (Îbranî 5:14). Pirtûka Pîroz desthelatdar e. Weşanên li ser bingehiyên Pirtûka Pîroz, wekî Xwedê Li Me Çi Dawa Dike?, ji we re bo têgihîştina babet û mijaran alîkariyê dike.
Gelo Hûn Dixwazin Her Hefte Bo Têgihîştina Pirtûka Pîroz Hinek Demê Veqetînin?
Şahidên Yahowa dikarin bo birêkûpêkirina lêkolînek Pirtûka Pîrozê dem û cîh ku bo we minasib e hilbijêrin. Piraniya mirovan dixwazin vê lêkolîna Pirtûka Pîrozê di mala xwe de bikin. Û heta kesên din bi destê telefonê bi Şahidên Yahowa vê lêkolînê dikin. Ev şikl bername, ne wekî yek dersxane, ya ku pir kes tê de bin, lê belê bi şiklê şexsî û li gor derfetên herşexsî taybetî ye. Hîç kes nayê îmtihankirin, ku bo hestê şermbûyina wî be. Wê pirsên weyên li ser Pirtûka Pîroz werin bersîvkirin, û hûnê bi vê lêkolînê ziyadtir nêzîkî Xwedê bibin.
Şahidên Yahowa bo vê kursê, ji we pere naxwazin (Metta 10:8). Ew, Pirtûka Pîroz bi herkesî, yên ji hemû olan û heta bikesên ku hîç pêwendiyên wan bi ol nînin, lê belê bi dilpakî alaqadarên zanistiya kûr, bo gotina Xwedê hene jî, lêdikolin û hûrdinêrin.
Kî dikare beşdarê vê lêkolîn û guftûgoyê bibe? Malbata we gişt. Wekî diger heta hûn dikarin hevalên xwe jî bo beşdarbûyînê dawet bikin. Yan jî, eger hûn bixwazin, dikare tenê bi we guftûgo were kirin.
Gelek kes di heftê de saetekî bo lêkolîna Pirtûka Pîroz vediqetînin. Eger hûn bixwazin di heftê de pir yan kem demê bo lêkolînê veqetînin, Şahidên Yahowa bo alîkarî û yarmetiyê dîsan jî amade ne.
Bangkirin Bo Hînbûnê
Em we bo pêwendiya bi Şahidên Yahowa dawet dikin. Bo vê pêwendiyê hûn dikarin ji van navnîşanên ku li jêrîn, binivisînin. Ewê kesek bo we lihevhatinekî çê bike, ku hûn bikaribin beşdarî lêkolînek bêperedayîna Pirtûka Pîroz bin.
□ Eger hûn bo min kovara, Xwedê Li Me Çi Dawa Dike? bişînin, ezê xoşhalbim. Zimanê tê xwastin.
□ Eger hûn bo lêkolînek bêperedayîn bimin pêwendiyê çê bikin, ezê xoşhalbim.
Eger ne hatibe nîşankirin, hemû ayetên hatine nivîsandin ji Peymana Nû Mizgîniya Îsa Mesîh hatine girtin.