KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • fg ders 13 pirs 1-4
  • Çi wê Bê Serê Dîn û Baweriyên Sexte?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Çi wê Bê Serê Dîn û Baweriyên Sexte?
  • Mizgîna Xwedê
  • Malzemeya Eleqedar
  • Dînên Sexte di Heqê Xwedê de Derewan Dibêjin
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Em Çawa Dikarin Riya Rast Bibînin?
    Mizgîna Xwedê
Mizgîna Xwedê
fg ders 13 pirs 1-4

DERS 13

Çi wê Bê Serê Dîn û Baweriyên Sexte?

1. Gelo Xwedê hemû dîn û baweriyan qebûl dike?

Zilamek Kitêba Pîroz dixwîne

Rast e ku di hemû dîn û baweriyan de kesên dilpak hene. Xwedê wan kesan dibîne û xema wan dixwe. Lê çi heyf e ku dînên sexte gelek xerabiyê dikin (2. Korîntî 4:3, 4; 11:13-15). Li hemû dinyayê, hin dîn tev li teror, komkujî, şer û îstismara zarokan dibin. Kesên dilpak seba vî halê xerab pir xemgîn in!​—Metta 24:3-5, 11, 12 bixwîne.

Dînê rast hurmet û rûmetê dide Xwedê, lê dîn û baweriyên sexte dilê wî xweş nakin. Fikir û hîndariyên dînên sexte di Kitêba Pîroz de derbas nabin. Mesela, ew li ser Xwedê û li ser halê miriyan derewan dikin. Lê Yehowa dixwaze ku her kes rastiya di heqê wî de hîn bibe.​—Waiz 9:5; 1. Tîmotêyos 2:3, 4 bixwîne.

2. Çi wê bê serê dîn û baweriyên sexte?

Xwedê îbadeta dînên sexte qebûl nake, yên ku dibêjin ku ew ji Xwedê hez dikin, lê bi eslê xwe bi dinyaya Îblîs ve girêdayî ne (Aqûb 4:4). Kitêba Pîroz hemû dînên sexte wek “Babîla Mezin” bi nav dike. Piştî Tofana Nûh, dînê sexte li bajarê Babîlê dest pê kir. Ji wê demê û pê ve, dînên sexte mirovan dixapînin û bindest dikin. Di demeke nêzik de, Xwedê wê van dînên sexte ji nişka ve xera bike.​—Peyxam 17:1, 2, 5, 16, 17; 18:8 bixwîne.

Mizgîn ev e: Yehowa dizane ku di dînên sexte de kesên dilpak hene, û ew alî wan dike ku ew bên ser riya rastiyê.​—Yûhenna 6:45 bixwîne.

3. Kesên dilpak gerek çi bikin?

Mirov piştî civînê sohbet dikin

Riya rast mirovan di yekîtiyê de top dike

Yehowa xema kesên ku ji rastî û ji qenciyê hez dikin, dixwe. Xwedê dixwaze ku ew ji dînê sexte derkevin. Mirovên ku ji Xwedê hez dikin hazir in ku dev ji xerabiyê berdin da ku Xwedê ji wan razî be.​—Peyxam 18:4 bixwîne.

Li sedsala yekê, kesên dilpak gelek şa bûn gava wan mizgîna Xwedê bihîst. Yehowa ji wan re riyeke nû hîn kir û dilşadî û hêvî da wan. Wê baş be ku em jî mîna wan mizgîna Xwedê qebûl bikin û guh bidin Yehowa.​—1. Selanîkî 1:8, 9; 2:13 bixwîne.

Kesên ku dev ji dînê sexte berdidin dikarin bikevin malbata xizmetkarên Xwedê. Bi vî awayî, ew dikarin bibin dostên Xwedê û heyata bêdawî bistînin.​— Marqos 10:29, 30; 2. Korîntî 6:17, 18 bixwîne.

4. Xwedê wê halê dinyayê çawa rast bike?

Di demeke nêzik de, Xwedê wê hemû dîn û baweriyên sexte helak bike û dinyayê ji zordestî û derewên wan bifilitîne. Li wê demê, hemû mirov wê di yekîtiyê de ji Yehowa re îbadetê bikin.​—Peyxam 18:20, 21; 21:3, 4 bixwîne.

Ji bo zêdetir melûmatê, li beşên 15 û 16an a kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne