KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • bhs beş 8 r. 83-93
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
  • Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • PADÎŞAHIYA XWEDÊ ÇI YE?
  • PADÎŞAHIYA XWEDÊ WÊ ÇI BIKE?
  • ÎSA MESÎH KENGÊ BÛ PADÎŞAH?
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Mizgîna Xwedê
  • Hukûmeta Ku Dîsa Cenetê Bîne
    Hukûmeta Ku Dîsa Cenetê Bîne
  • Padîşahiya Xwedê wê Çi Bike?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
Zêdetir Bibîne
Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
bhs beş 8 r. 83-93

BEŞA HEŞTEMÎN

Padîşahiya Xwedê Çi ye?

1. Niha emê li ser kîjan duaya meşhûr bipeyivin?

LI KITÊBA PÎROZ, duayeke meşhûr heye. Bi vê duayê, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re nîşan da ku gerek ew çawa dua bikin. Wî ji bo çi dua kir? Ev dua ji bo me çima muhîm e?

2. Îsa Mesîh got ku gerek em ji bo kîjan sê tiştên muhîm dua bikin?

2 Îsa Mesîh wisa gotibû: “Hûn bi vî awayî dua bikin: Bavê me yê li ezmanan, navê te pîroz be. Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih” (Metta 6:9-13 bixwîne). Gelo Îsa Mesîh çima gotibû ku gerek em ji bo van sê tiştan dua bikin? (Bnr. Not 20).

3. Gerek em li ser Padîşahiya Xwedê çi bizanibin?

3 Em elimîbûn ku navê Xwedê Yehowa ye. Wekî din, me dîtibû ku daxwaza Xwedê ya ji bo însanan û ji bo dinyayê çi ye. Gelo Îsa Mesîh çima gotibû: “Bila padîşahiya te bê?” Niha emê bielimin ku Padîşahiya Xwedê çi ye, ewê çi bike û ewê navê Xwedê çawa pîroz bike.

PADÎŞAHIYA XWEDÊ ÇI YE?

4. Padîşahiya Xwedê çi ye, û Padîşahê vê Padîşahiyê kî ye?

4 Yehowa li ezmanan hikûmetek ava kiriye û Îsa Mesîh wek Padîşahê vê hikûmetê tayîn kiriye. Kitêba Pîroz vê hikûmetê wek “Padîşahiya Xwedê” bi nav dike. Îsa Mesîh “Padîşahê padîşahan û Xudanê xudanan e” (1. Tîmotêyos 6:15). Îsa Mesîh dikare ji her hikumdarê dinyayê zêdetir xêrê bike, û qudreta wî ji ya hemû hikumdarên dinyayê mezintir e.

5. Padîşahiya Xwedê wê ji ku derê û li ser çi hikum bajo?

5 Çil roj piştî rakirina Îsa Mesîh, ew vegeriya ezmanan. Bi zeman re, Yehowa ew wek Padîşahê Padîşahiyê tayîn kir (Karên Şandiyan 2:33). Hikumdariya Xwedê wê ji ezmanan li ser dinyayê hikum bajo (Peyxam 11:15). Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz Padîşahiya Xwedê wek ‘Padîşahiya ezmanî’ bi nav dike (2. Tîmotêyos 4:18).

6, 7. Îsa Mesîh çima ji hemû padîşahên dinyayê bilindtir e?

6 Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh ji her padîşahê dinyayê bilindtir e, çimkî “ew bi tenê bêmirin e” (1. Tîmotêyos 6:16). Hemû hikumdarên dinyayê zû dereng dimirin, lê Îsa Mesîh tu car namire. Hemû tiştên baş, ên ku Îsa Mesîh wê ji bo me bike, wê heta bi hetayê bimînin.

7 Pêxembertiyên Kitêba Pîroz nîşan didin ku Îsa Mesîh wê Padîşahekî adil û dilovan be: “Ruhê Yehowa wê li ser wî bisekine, ruhê hîkmet û fehmdariyê, ruhê şîret û qudretê, ruhê zanîn û tirsa Yehowa. Ewê ji tirsa Yehowa kêfê bistîne. Ew tenê bi tiştên ku ew bi çavê xwe dibîne hikum nade, an bi tiştên ku ew dibihîze şîret nake. Ewê hikmê belengazan bi edalet bide” (Îşaya 11:2-4, NWT). Ma tu naxwazî ku padîşahê te wisa be?

8. Em ji ku dizanin ku Îsa Mesîh bi tena serê xwe hikum najo?

8 Wekî din, Xwedê hin kes hilbijartine ku ew li cem Îsa Mesîh di hikumdariya ezmanî de hikum bajon. Mesela, Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re wisa gotibû: “Eger em ragirin, emê bi wî re padîşahiyê jî bikin” (2. Tîmotêyos 2:12). Çend kes wê bi Îsa Mesîh re padîşahiyê bikin?

9. Çend kes wê bi Îsa Mesîh re hikum bajon? Xwedê kengê dest bi hilbijartina wan kir?

9 Wek em di beşa 7emîn de elimîbûn, Yûhennayê şandî di dîtiniyekê de dît ku Îsa Mesîh wek Padîşah li ezmanan disekinî, û li cem wî 144.000 padîşahên din jî hebûn. Ev 144.000 kes kî ne? Wek Yûhenna dît, “li ser eniya wan navê [Îsa Mesîh] û navê Bavê wî nivîsî bûn”. Paşê, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Ev ew in ku Berx [yanî Îsa Mesîh] bi ku derê ve here, li pey wî diçin. ... Ji nav mirovan hatine kirrîn” (Peyxam 14:1, 4 bixwîne). Ev 144.000 şagirtên Îsa yên dilsoz ji aliyê Xwedê ve hatine hilbijartin ku bi Îsa Mesîh re “li ser dinyayê padîşahiyê bikin”. Piştî mirinê, ew ji bo jiyana li ezmanan tên rakirin (Peyxam 5:10). Ji dema şandiyan û vir de, Yehowa hin şagirtên Îsa yên dilsoz hilbijartine ku ew di nava van 144.000 padîşahan de bin.

10. Ev yek ku Îsa Mesîh û 144.000 kes wê li ser însanan hikum bajon, hezkirina Yehowa çawa eyan dike?

10 Yehowa ji me ew qas hez dike ku wî hin însan hilbijartine ku ew bi Îsa Mesîh re hikum bajon. Îsa Mesîh hikumdarekî baş e, çimkî ew me nas dike. Ew rind dizane ku kul û derd çi ye, û ew halê me fehm dike. Pawlos got ku Îsa Mesîh hîs, kêmasî û “qelsiyên me” fehm dike û “bi her awayî wek me hatiye ceribandin” (Îbranî 4:15; 5:8). 144.000 hempadîşahên wî jî halê mirovan fehm dikin. Gava ew însan bûn, wan jî bi kêmasî û nexweşiyên xwe micadele dikir. Ji ber vê yekê, em dizanin ku Îsa Mesîh û 144.000 kesên hilbijartî wê derd û xemên me fehm bikin.

PADÎŞAHIYA XWEDÊ WÊ ÇI BIKE?

11. Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re çima got ku bila ew dua bikin ku daxwaza Xwedê li ezmanan bê cih?

11 Îsa Mesîh emir da şagirtên xwe ku ew dua bikin ku daxwaza Xwedê li ezmanan bê cih. Gelo çima? Wek em li beşa 3yemîn elimîbûn, Îblîs li hemberî Yehowa serî hildaye. Piştî serhildana Îblîs, Yehowa îzin da ku ew û melekên xayîn (yanî cin), heta wextekê li ezmanan bimînin. Ji ber vê yekê, li ezmanan her kesî daxwaza Xwedê nedianî cih. Di beşa 10emîn de, emê der heqê Îblîs û cinan de zêdetir melûmatê bistînin.

12. Peyxam 12:10 behsa kîjan du tiştên muhîm dike?

12 Kitêba Pîroz ji berê de gotibû ku piştî ku Îsa Mesîh wê wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê bê tayîn kirin, ewê li hemberî Îblîs şer bike (Peyxam 12:7-10 bixwîne). Ayeta 10an behsa du tiştên gelek muhîm dike: Îsa Mesîh wê wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê dest bi hikumdariyê bikira û Îblîs wê ji ezmanan bihata avêtin erdê. Wek emê bibînin, ev du tişt jixwe pêk hatine.

13. Gava Îblîs ji ezmanan hat derxistin, li ezmanan çi çêbû?

13 Kitêba Pîroz ji berê de gotibû ku piştî derxistina Îblîs û cinên wî ji ezmanan, melekên dilsoz wê gelek dilxweş bibûna. Ayet wisa dibêje: “Şa bibin, ya ezmanno û yên ku di wan de rûdinin” (Peyxam 12:12). Niha li ezmanan bi temamî aştî û yekîtî heye, çimkî li wê derê êdî her kes daxwaza Xwedê tîne cih.

Derd, şer, zordarî û qirêjîtî

Ji dema ku Îblîs û cinên wî ji ezmanan hatin derxistin ve, kul û derdên dinyayê zêde bûne. Di demeke nêzik de, kul û derd wê tune bin

14. Ji ber ku Îblîs ji ezmanan hatiye derxistin, halê dinyayê çawa bûye?

14 Lê belê, halê dinyayê pir xerab bûye. “Îblîs bi xezebeke mezin” daketiye, çimkî “ew dizane ku wexta wî kêm e” (Peyxam 12:12). Hêrsa Îblîs mezin e. Ew ji ezmanan hatiye derxistin, û ew dizane ku di demeke nêzik de, ewê bê helak kirin. Îblîs pir hewl dide ku li her derê kul û derd hebe.

15. Daxwaza Xwedê ya ji bo dinyayê çi ye?

15 Dîsa jî, mexseda Xwedê ji bo dinyayê neguheriye. Ew hê dixwaze ku însanên bêqisûr heta bi hetayê li ceneta li rûyê erdê bijîn (Zebûr 37:29). Padîşahiya Xwedê wê vê yekê çawa bike?

16, 17. Danîêl 2:44 li ser Padîşahiya Xwedê çi dibêje?

16 Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Di rojên wan padîşahan de, wê Xwedayê Ezmanan padîşahiyeke wiha ava bike ku tu caran hilneweşe û qet nekeve destê gelên din. Wê ev padîşahî, hemû padîşahiyan perçe bike, biqedîne û wê herdem li ser piyan bimîne” (Danîêl 2:44, Mizgînî). Ji van gotinan, em der heqê Padîşahiya Xwedê de çi dielimin?

17 A yekê, pêxember gotibû ku Padîşahiya Xwedê wê “di rojên wan padîşahan de” dest bi hikumdariyê bike. Yanî, wî gotibû ku gava hikumdariya Padîşahiyê dest pê bike, hikumdariyên dinyayê wê hê hebin. A diduyan, ayet dibêje ku Padîşahiya Xwedê wê heta bi hetayê bimîne, û tu hikumdariyeke din wê cihê wê negire. A sisêyan, di nava Padîşahiya Xwedê û hikumdariyên dinyayê de şer wê çêbe. Padîşahiya Xwedê wê bi ser bikeve, û tenê ewê li ser dinyayê hikum bajo. Wê çaxê, mirov wê êdî li bin hikumdariya herî baş bijîn.

18. Navê şerê dawîn, ê ku wê di nava Padîşahiya Xwedê û hikumdariyên vê dinyayê de çêbe, çi ye?

18 Padîşahiya Xwedê wê hikumdariya dinyayê çawa bi dest bixe? Berî şerê dawîn, yê ku wek “Harmegedon” tê bi nav kirin, cin wê “hemû padîşahên dinyayê” bixapînin “ku wan ji bo cenga Roja Mezin a Xwedayê karîndarê her tiştî bicivînin”. Belê, hikumdariyên dinyayê wê li hemberî Padîşahiya Xwedê şer bikin (Peyxam 16:14, 16; bnr. Not 10).

19, 20. Em çima hewceyî Padîşahiya Xwedê ne?

19 Padîşahiya Xwedê ji me re çima lazim e? Sê sebebên muhîm ev in: A yekê, ji ber ku em gunehkar in, em nexweş dikevin û dimirin. Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje ku li bin hikumdariya Padîşahiya Xwedê, emê heta bi hetayê bijîn. Yûhenna 3:16 wisa dibêje: “Xwedê wusa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe.”

20 A diduyan, li derdora me mirovên xerab pir in. Gelek kes sextekarî, bêexlaqî û derewan dikin. Em nikarin wan ji holê rakin. Lê di şerê Harmegedonê de, Xwedê wê hemû kesên ku dev ji xerabiyê bernadin tune bike (Zebûr 37:10 bixwîne). A sisêyan, hikumdariyên dinyayê nikarin problemên dinyayê safî bikin, û gelek ji wan zalim û zordar in. Hikumdariyên dinyayê alî mirovan nakin ku ew guhdariya Xwedê bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku “serweriya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara wî ye” (Waiz 8:9).

21. Padîşahiya Xwedê wê çi bike ku daxwaza Xwedê li ser erdê bê cih?

21 Piştî Harmegedonê, Padîşahiya Xwedê wê her tiştî bike ku daxwaza Xwedê li rûyê erdê bê cih. Mesela, ewê Îblîs û cinên wî ji holê rake (Peyxam 20:1-3). Tu kes wê êdî nexweş nekeve û nemire. Bi saya fîdyeyê, însanên dilsoz wê bikaribin heta bi hetayê li ceneta li rûyê erdê bijîn (Peyxam 22:1-3). Padîşahî wê navê Xwedê pîroz bike. Yanî, di bin hikumdariya Xwedê de, hemû însan wê hurmetê bidin navê Yehowa (bnr. Not 21).

ÎSA MESÎH KENGÊ BÛ PADÎŞAH?

22. Em ji ku dizanin ku çaxa Îsa Mesîh li ser erdê dijiya û piştî ku ew ji mirinê rabû jî, ew hemen nebû Padîşah?

22 Îsa Mesîh dixwest ku şagirtên wî wisa dua bikin: “Bila padîşahiya te bê.” Wek tê dîtin, hikumdariya Xwedê li wê çaxê hê dest pê nekiribû. Serê pêşîn, lazim bû ku Yehowa hikumdariya xwe ava bike û Îsa Mesîh bike Padîşah. Gava Îsa Mesîh vegeriya ezmanan, gelo ew hemen bû Padîşah? Na, lazim bû ku ew heta wextekê li bendê bisekine. Piştî rakirina Îsa Mesîh, hem Petrûs hem jî Pawlos got ku Zebûr 110:1 behsa Îsa Mesîh dike. Di vê ayetê de, Yehowa ji berê de wisa gotibû: “Heta ku ez dijminên te ji bin lingê te re bikim pêpelûk, tu li milê min ê rastê rûnê” (Karên Şandiyan 2:32-35; Îbranî 10:12, 13). Lê berî ku Yehowa Îsa Mesîh kir Padîşah, çi qas wext derbas bû?

Padîşahiya Xwedê wê daxwaza Xwedê li rûyê erdê bîne cih

23. (a) Îsa Mesîh kengê bû Padîşahê hikumdariya Xwedê? (b) Li beşa din, emê çi bielimin?

23 Komeke şagirtên Îsa Mesîh gelek sal ji berê de fehm kiribû ku li gor gotinên Kitêba Pîroz, sala 1914an wê saleke muhîm bibe. Ji sala 1914an û vir de, halê dinyayê nîşan dide ku wan rast gotibû. Wê salê, Îsa Mesîh bû Padîşah (Zebûr 110:2). Bi şûn de, Îblîs hat avêtin ser erdê, û niha “wexta wî kêm e” (Peyxam 12:12). Li beşa din, emê çend îsbatan bibînin ên ku nîşan didin ku em êdî di wê demê de ne. Wekî din, emê bibînin ku di demeke nêzik de, Padîşahiya Xwedê wê daxwaza Xwedê li rûyê erdê bîne cih (bnr. Not 22).

BI KURTASÎ

RASTΠ1: PADÎŞAHIYA XWEDÊ HIKÛMETEKE RASTÎN E

“Bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih” (Metta 6:9-13)

Padîşahiya Xwedê çi ye?

  • Peyxam 11:15

    Padîşahî an hikumdariya Xwedê wê ji ezmanan li ser dinyayê hikum bajo.

  • 1. Tîmotêyos 6:15

    Padîşahê Padîşahiya Xwedê Îsa Mesîh e.

  • Peyxam 14:1, 4

    144.000 mirov wê bi Îsa Mesîh re li ezmanan hikum bajon.

  • Îbranî 4:15; 5:8

    Îsa Mesîh û 144.000 hempadîşahên wî derd û xemên me fehm dikin.

RASTΠ2: ÎSA MESÎH HIKUMDARÊ HERÎ BAŞ E

“Ewê hikmê belengazan bi edalet bide” (Îşaya 11:4, NWT)

Îsa Mesîh çima Padîşahê herî baş e?

  • 1. Tîmotêyos 6:16

    Hemû hikumdarên dinyayê zû dereng dimirin, lê Îsa Mesîh tu caran namire. Hemû xêra ku Îsa Mesîh wê ji bo me bike wê daîm be.

  • Îşaya 11:2-4

    Îsa Mesîh dikare ji her hikumdarê dinyayê zêdetir qenciyê bike. Qudreta wî ji ya hemû hikumdarên dinyayê mezintir e. Ew adil û dilovan e.

RASTΠ3: PADÎŞAHIYA XWEDÊ WÊ DAXWAZA XWEDÊ BÎNE CIH

“Xwedayê Ezmanan [wê] padîşahiyeke wiha ava bike ku tu caran hilneweşe” (Danîêl 2:44, Mizgînî)

Padîşahiyê heta niha çi kiriye? Ewê paşê çi bike?

  • Peyxam 12:7-12

    Piştî ku Îsa Mesîh di sala 1914an de bû Padîşah, wî Îblîs ji ezmanan derxist û ew avêt erdê. Ji ber vê yekê, li hemû dinyayê gelek kul û derd hene.

  • Waiz 8:9; Peyxam 16:16

    Di şerê Harmegedonê de, Padîşahiya Xwedê wê hemû hikumdariyên zalim û xerab tune bike.

  • Zebûr 37:10

    Mirovên ku dev ji xerabiyê bernadin wê tune bin.

  • Peyxam 22:1-3

    Gava Padîşahiya Xwedê li ser erdê hikum bajo, êdî tu kes wê nexweş nekeve û nemire, û her kes wê hurmetê bide navê Xwedê.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne