DERS 3
Adem û Hewayê Guh Neda Xwedê
Rojekê gava Hewa bi tena serê xwe bû, marekî pê re xeber da û jê re got: ‘Ma Xwedê bi rastî nahêle ku hûn ji fêkiyên hemû daran bixwin?’ Hewayê got: ‘Em dikarin ji fêkiyên hemû daran bixwin, lê gerek em tenê ji darekê nexwin. Eger em ji fêkiya vê darê bixwin, emê bimirin.’ Mar got: ‘Hûn namirin. A rast, eger hûn ji vê fêkiyê bixwin, hûnê bibin wek Xwedê.’ Gelo tiştên ku mar gotin rast bûn? Na, ev derew bûn. Lê Hewayê ji van gotinan bawer kir. Her cara ku wê li fêkiyê mêze dikir, dilê wê bêtir diçûyê. Wê ji fêkiyê xwar û da Adem. Adem dizanibû ku eger ew guh nedin Xwedê, ewê bimirin. Lê dîsa jî, Adem ji vê fêkiyê xwar.
Wê êvarê Yehowa bi Adem û Hewayê re xeber da. Wî ji wan pirsî ka çima wan guh neda wî. Hewayê sûc kir stûyê mar, û Adem jî sûc kir stûyê Hewayê. Ji ber ku Adem û Hewayê guh neda Yehowa, wî ew ji baxçeyê Adenê derxistin. Ji bo ku ew careke din nekevin nav baxçe, wî şûrekî bi agir ku timî dizivirî û melek danîn ber derî.
Yehowa got ewê kesê ku ji Hewayê re derew kiriye ceza bike. Bi eslê xwe, yê ku bi Hewayê re xeber da, ne mar bi xwe bû. Yehowa mar çênekiribûn ku xeber bidin. Melekekî xerab hişt ku mar xeber bide. Ji vî melekî re Şeytan Îblîs tê gotin. Daxwaza wî ev bû ku Hewayê bixapîne. Di pêşerojê de Yehowa wê Şeytan tune bike. Ji ber vê yekê, Îblîs wê êdî nekaribe mirovan bixapîne ku ew tiştên xerab bikin.
“Gava wî [Îblîs] dest pê kir ku li ser rêya xwe bimeşe, ew bû mêrkuj. Ew li ser rêya rastiyê nema, çimkî di dilê wî de rastî tune ye” (Yûhena 8:44).