KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 4 r. 16-r. 17 p. 2
  • Ji ber Qehira Xwe Bû Mêrkuj

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Ji ber Qehira Xwe Bû Mêrkuj
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 4 r. 16-r. 17 p. 2
Gava ku Habîl qurbana xwe ji Yehowa re pêşkêş dike, Qayîn diqehire

DERS 4

Ji ber Qehira Xwe Bû Mêrkuj

Piştî ku Adem û Hewa ji baxçeyê Adenê hatin derxistin, gelek zarokên wan çêbûn. Qayîn kurê wan ê pêşîn bû. Ew bû cotkar. Habîl kurê wan ê diduyan bû. Ew bû şivan.

Rojekê Qayîn û Habîl qurban ji Yehowa re pêşkêş kirin. Tu dizanî qurban çi ye? Qurban tê maneya ku mirov diyariyekê dide Xwedê. Yehowa qurbana Habîl eciband, lê ya Qayîn ne eciband. Qayîn pir qehirî. Hêrs û qehira wî dikaribû bibûya sebeb ku ew tiştekî xerab bike. Ji ber vê yekê, Yehowa Qayîn hişyar kir. Lê wî guh neda Yehowa.

Piştre Qayîn ji Habîl re got: ‘Were em bi hev re herin nav zeviyan.’ Gava ew û birayê xwe bi tena serê xwe li wir bûn, Qayîn hicûmî birayê xwe kir û ew kuşt. Piştî vê yekê, Yehowa çi kir? Yehowa Qayîn ceza kir. Wî ew ji malbata wî dûr xist û nehişt ku ew careke din vegere malê.

Qayîn di nav zeviyê de nêzîkî Habîl dibe

Dersa ji bo me çi ye? Gava tiştek li gor dilê me neçe, belkî em jî diqehirin û bi hêrs dikevin. Gava em bibînin ku em zû diqehirin, gerek em çi bikin? An jî eger kesên din hêrsa me ferq bikin û me hişyar bikin, gerek em çi bikin? Gerek em dev ji qehira xwe berdin û xwe biguherînin. Eger em wisa nekin, belkî em dikarin tiştekî xerab bikin.

Habîl ji Yehowa hez dikir û ya rast dikir. Loma Yehowa tu carî wî ji bîr nake. Wexta ku Xwedê dinyayê dîsa bike cenet, ewê Habîl ji mirinê rake.

“Pêşî here û bi birayê xwe re li hev were, paşê vegere û pêşkêşa xwe qurban bike” (Meta 5:24).

Pirs: Her du zarokên pêşîn ên Adem û Hewayê kî bûn? Qayîn çima birayê xwe kuşt?

1. Mûsa 4:1-12; Îbranî 11:4; 1. Yûhena 3:11, 12

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne