KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 6 r. 20-r. 21 p. 5
  • Heşt Kes di Tofanê de Sax Man

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Heşt Kes di Tofanê de Sax Man
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Gemiya Nûh
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Di Wexta Tofana Nûh de kê Guh Da Xwedê?
    Guh Bide Xwedê û Her Bijî
  • Qisim 5
    Guh bidin Xweda
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 6 r. 20-r. 21 p. 5
Her ku baran dibare, gemî bilind dibe û li ser avê diherike

DERS 6

Heşt Kes di Tofanê de Sax Man

Nûh, malbata wî û heywan ji gemiyê derdikevin

Nûh, malbata wî û heywan ketin gemiyê. Yehowa deriyê gemiyê girt û baranê dest pê kir. Ew qas baran barî ku gemî li ser avê bilind bû û herikî. Bi zeman re temamiya dinyayê di bin avê de ma. Hemû kesên xerab mirin. Lê Nûh û malbata wî sax û selamet man. Ka xeyal bike ji ber ku wan guh da Yehowa ew çi qas kêfxweş bûn!

40 roj û 40 şevan baran barî û dûre sekinî. Av hêdî hêdî dadiket. Di dawiyê de gemî li ser çiyayekî rûnişt. Lê li her derê hîn gelek av hebû. Ji ber vê yekê, Nûh û malbata wî nikaribû zû ji gemiyê derkevin.

Her ku diçû av kêm dibû. Nûh û malbata wî zêdeyî salekê di gemiyê de man. Piştre Yehowa ji wan re got ku ew dikarin ji gemiyê derkevin. Dinya êdî wek dinyayeke nû xuya dikir. Nûh û malbata wî dixwest ji Yehowa re spas bikin ku wî ew xelas kirine. Ji bo vê yekê, wan qurbanek ji Yehowa re pêşkêş kir.

Keskesorek

Yehowa bi vê qurbanê kêfxweş bû. Wî soz da ku ewê careke din Tofanekê neyne ser erdê û hemû tiştên li ser erdê tune neke. Wek nîşana vê soza xwe, Xwedê keskesora pêşîn li ezmanan nîşan da. Gelo te carekê keskesor dîtiye?

Piştre Yehowa ji Nûh û malbata wî re got ku gerek ew zarokan çêkin û dinyayê tije bikin.

“Nûh ket gemiyê. Û mirovan bala xwe nedida ku çi diqewime heta ku tofan rabû û hemû bi xwe re birin” (Meta 24:38, 39).

Pirs: Piştî ku Yehowa deriyê gemiyê girt, çi bû? Gava em keskesorekê dibînin, gerek em çi bînin bîra xwe?

1. Mûsa 7:1–9:17

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne