DERS 26
Dozdeh Zilamên ku Çûn Keşfê
Îsraîlî ji Çiyayê Sînayê çûn, di çola Paranê re derbas bûn û gihîştin cihekî bi navê Kadeş. Li wir Yehowa ji Mûsa re got: ‘12 zilaman bişîne. Ji her eşîrekê yekî bişîne. Bila ew welatê Kenanê keşf bikin, welatê ku ezê bidim Îsraîliyan.’ Loma Mûsa 12 zilam hilbijartin û ji wan re got: ‘Herin welatê Kenanê keşf bikin. Binêrin ka zeviyên wan ji bo çandinê baş in an na. Bala xwe bidinê ka mirovên li wir xurt in an ne xurt in, û ka ew di konan de yan jî di bajaran de dijîn.’ Ev 12 zilam rabûn ketin rêya welatê Kenanê. Yêşû û Kaleb jî bi wan re bûn.
Piştî 40 rojan zilam vegeriyan û wan hêjîr, hinar û tirî bi xwe re anîn. Zilaman got: ‘Erdê wan erdekî bibereket e, lê mirovên li wir xurt in û sûrên bajarên wan bilind in.’ Paşê Kaleb got: ‘Em dikarin zora wan bibin. Rabin em zû herin!’ Tu dizanî Kaleb çima ev yek got? Ji ber ku wî û Yêşû baweriya xwe bi Yehowa dianî. Lê wan 10 zilamên din gotin: ‘Na! Mirovên li wir wek dêwan bilind in! Em li ber wan wek kuliyan bûn.’
Îsraîlî tirsiyan. Wan dest bi gilî û gazinan kir û got: ‘Em yekî din bikin rêberê xwe û dîsa vegerin Misrê. Çima em biçin welatê Kenanê û li wir bên kuştin?’ Yêşû û Kaleb gotin: ‘Netirsin. Guh bidin Yehowa. Ewê me biparêze.’ Lê Îsraîliyan guh neda wan. Wan dixwest Yêşû û Kaleb bikujin jî!
Gelo Yehowa çi kir? Wî ji Mûsa re got: ‘Piştî her tiştê ku min ji bo Îsraîliyan kiriye ew hê jî guh nadin min. Loma ewê 40 salan li çolê bimînin û li wir bimirin. Tenê Yêşû û Kaleb û zarokên Îsraîliyan wê têkevin erdê ku min soz daye wan.’
“Ey kêmbawerno, hûn çima ew qas ditirsin?” (Meta 8:26).