KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 40 r. 98-r. 99 p. 2
  • Dawid û Golyat

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Dawid û Golyat
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Lawên Îsraêl padîşahekî dixwazin
    Pirtûka Pîroz — Kîjan Peyamê Radigihîne?
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 40 r. 98-r. 99 p. 2
Dawid kevirekî davêje Golyat

DERS 40

Dawid û Golyat

Yehowa ji Samûyêl re got: ‘Rabe here mala Yêşay. Kurekî wî wê paşê bibe padîşahê nû yê xelkê Îsraîl.’ Loma Samûyêl rabû çû mala Yêşay. Gava Samûyêl kurê wî yê mezin dît, ew wisa fikirî: ‘Yehowa ev xort hilbijartiye.’ Lê Yehowa ji Samûyêl re got: ‘Ev xort ne ew e. Ez ne tenê li şiklê mirov, lê li kûrahiya dilê wî jî dinêrim.’

Samûyêl Dawid tayîn dike

Yêşay şeş kurên xwe yên din jî anîn cem Samûyêl. Lê Samûyêl got: ‘Yehowa yek jî ji wan hilnebijartiye. Kurên te yên din hene?’ Yêşay got: ‘Belê, kurê min ê herî biçûk jî heye. Navê wî Dawid e. Ew li ber pezê me ye.’ Gava Dawid hat, Yehowa ji Samûyêl re got: ‘Min ev xort hilbijartiye!’ Samûyêl zeyt li ser serê Dawid rijand û ew wek padîşahê pêşerojê tayîn kir.

Golyat

Piştî demekê Îsraîlî bi Filîstiyan re di şer de bûn. Di nav Filîstiyan de şervanekî wek dêwekî hebû. Navê wî Golyat bû. Golyat roj bi roj derdiket meydanê û henekê xwe bi Îsraîliyan dikir. Wî bang dikir û digot: ‘Zilamekî ku bi min re şer bike bişînin. Eger ew zora min bibe, emê bibin koleyên we. Lê eger ez zora wî bibim, hûnê bibin koleyên me.’

Dawid rabû çû kampa eskerên Îsraîliyan. Birayên wî li wir esker bûn û wî xwarin ji wan re bir. Wî gotinên Golyat bihîstin û got: ‘Ezê bi wî re şer bikim!’ Lê Saûl Padîşah got: ‘Tu hê zarok î.’ Dawid cewab da: ‘Yehowa wê alî min bike.’

Saûl zirxên xwe li Dawid kirin, lê Dawid got: ‘Di van zirxan de ez nikarim şer bikim.’ Loma wî ev zirx ji xwe kirin. Dawid rahişt berkaniya xwe û çû ber çemekî. Wî pênc kevirên baş neqandin û ew xistin tûrikê xwe. Piştre Dawid ber bi Golyat ve çû. Zilamê wek dêw bi qîrînî got: ‘Kurikê biçûk were vir. Ezê goştê te bidim teyrê ezmanan û heywanên çolê.’ Dawid netirsiya. Wî lê vegerand û got: ‘Tu bi şûr û rimekê têyî min, lê ez bi navê Yehowa têm te. Tu ne li dijî me, lê li dijî Xwedê şer dikî. Her kes wê bibîne ku Yehowa ji şûr û rimê xurttir e. Bi alîkariya Yehowa, emê zora we hemûyan bibin.’

Dawid kevirek xist berkaniya xwe û ew bi hemû qeweta xwe avêt wî. Bi alîkariya Yehowa, kevir tam li eniya Golyat ket. Zilamê wek dêw ket erdê û mir. Wexta ku Filîstiyan ev yek dît, ew ji bo ku xelas bibin reviyan. Gelo tu jî wek Dawid bi Yehowa bawer dikî?

“Ji bo mirovan ev yek nemumkin e, lê ne ji bo Xwedê, çimkî ji bo Xwedê her tişt mumkin e” (Marqos 10:27).

Pirs: Yehowa kî wek padîşahê nû yê xelkê Îsraîl hilbijart? Dawid çawa zora Golyat bir?

1. Samûyêl 16:1-13; 17:1-54

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne