DERS 48
Kurê Jinebiyekê ji Mirinê Hat Rakirin
Yehowa di dema ziwatiyê de ji Êlyas re got: ‘Rabe here bajarê Sarefatê. Li wir jinebiyek wê xwarinê bide te.’ Dema ku Êlyas çû wê derê, wî li ber deriyên bajêr jinebiyeke feqîr dît. Wê dar û êzing didan hev. Êlyas taseke avê jê xwest. Gava jinik çû jê re avê bîne, Êlyas bang kir û got: ‘Ji kerema xwe re pariyekî nan jî bîne.’ Lê jinikê got: ‘Nanê min tune ye ku ez bidim te. Ji bo xwarinê tenê henek ard û zeyt heye. Ancax têra min û kurê min bike.’ Êlyas ji wê re got: ‘Yehowa ev soz daye min: Eger tu ji min re nanekî çêkî, heta ku dîsa baran bibare, ard û zeyta mala te wê qet xelas nebin.’
Loma jinik çû malê û ji bo pêxemberê Yehowa nan çêkir. Wek ku Yehowa soz dabû, kûpên ard û zeytê qet vala nebûn. Di dema ziwatiyê de xwarina jinebiyê û kurê wê her tim hebû.
Piştre tiştekî xemgîn çêbû. Kurê jinebiyê nexweş ket û mir. Wê ji Êlyas rica kir ku ew alî wê bike. Êlyas kurik ji hembêza wê derxist û ew bir odeya li qata jor. Wî ew danî ser nivînekê û dua kir: ‘Yehowa, ji kerema xwe re vî kurikî ji mirinê rake.’ Gelo tu dizanî ev daxwaz çima daxwazeke ecêb bû? Ji ber ku wek em dizanin berê tu kes ji mirinê nehatibû rakirin. Wekî din, ev jinebî û kurê wê ne Îsraîlî bûn.
Kurik ji mirinê rabû û dîsa dest bi nefesê kir! Êlyas ji jinikê re got: ‘Ka binêre! Kurê te dîsa dijî!’ Dilê wê pir xweş bû û wê ji Êlyas re got: ‘Bi rastî tu pêxemberê Xwedê yî. Ji ber ku tu tenê gotinên Yehowa dibêjî û gotinên wî rast derdikevin.’
“Li qijikan binêrin: Ew ne diçînin, ne didirûn, û ne jî embarên wan hene, lê dîsa jî Xwedê wan têr dike. Ma hûn ji çivîkan ne biqîmettir in?” (Lûqa 12:24).