DERS 56
Yoşiya ji Qanûna Xwedê Hez Dikir
Yoşiya di 8 saliya xwe de bû padîşahê Cihûdayê. Di wê demê de xelkê sêrbazî dikir û ji pûtan re îbadet dikir. Yoşiya wexta ku 16 salî bû dixwest bielime ku mirov çawa dikare bi şiklê rast ji Yehowa re îbadetê bike. Di 20 saliya xwe de, wî li her dera welêt dest bi tunekirina pût û qurbangehan kir. Yoşiya wexta ku 26 salî bû dest bi tamîrkirina îbadetgeha Yehowa kir.
Kahînê mezin Hîlqiya kitêba Qanûna Yehowa di îbadetgehê de dît. Ev kitêb belkî bi destê Mûsa hatibû nivîsandin. Nivîsvanê padîşah Şafan ev kitêb ji Yoşiya re bir û bi dengekî bilind dest bi xwendina wê kir. Dema ku Yoşiya guhdarî kir, wî fehm kir ku xelkê gelek salan bi ya Yehowa nekiriye. Yoşiya Padîşah ji Hîlqiya re got: ‘Yehowa pir ji me aciz bûye. Here bi wî re xeber bide. Yehowa wê ji me re bêje ku gerek em çi bikin.’ Yehowa bi destê Hûldaya pêxember cewab da: ‘Xelkê Cihûdayê dev ji min berdaye. Ezê wan ceza bikim, lê heta ku Yoşiya padîşah e, ez vê yekê nakim, çimkî wî dilnizmî nîşan da.’
Gava Yoşiya Padîşah gotinên Yehowa bihîstin, ew çû îbadetgehê û xelkê Cihûdayê li hev kom kir. Piştre wî Qanûna Yehowa bi dengekî bilind ji hemû milet re xwend. Yoşiya û xelkê soz da ku ewê bi dil û can guh bidin Yehowa.
Miletê Cihûdayê Cejna Derbasbûnê bi salan pîroz nekiribû. Lê gava Yoşiya di Qanûnê de xwend ku Cejna Derbasbûnê gerek her sal bê pîrozkirin, wî ji milet re got: ‘Emê Cejna Derbasbûnê ji bo Yehowa pîroz bikin.’ Piştre Yoşiya ji bo pêşkêşkirina gelek qurbanan hazirî kir. Wekî din, wî komeke stranbêjan li îbadetgehê wezîfedar kir. Di dawiyê de milet Cejna Derbasbûnê pîroz kir. Piştre jî wan heft rojan Cejna Nanê Şkeva pîroz kir. Ji dema Samûyêl ve cejneke wek vê Cejna Derbasbûnê çênebûbû. Yoşiya bi rastî ji Qanûna Xwedê hez dikir. Gelo tu bi kêfxweşî tiştên nû li ser Yehowa dielimî?
“Peyva te ji bo gavên min çira ye, ronahî ye ji bo riya min” (Zebûr 119:105).