DERS 67
Sûrên Orşelîmê
Di dema Esra de li bajarê Farisan Şûşanê Îsraîliyekî bi navê Nehemya hebû. Ew xizmetkarekî Artahşasta Padîşah bû. Birayê Nehemya ji Cihûdayê hat û xebereke nebaş anî. Wî got: ‘Kesên ku vegeriyane Orşelîmê ne di emniyetê de ne. Sûr û dergehên bajêr ên ku Babîliyan hilweşandibûn tu carî ji nû ve nehatine avakirin.’ Nehemya pir xemgîn bû. Ji bo ku ew alîkariyê bike, wî dixwest biçe Orşelîmê. Wî dua kir ku padîşah îzna çûyînê bide wî.
Piştre padîşah dît ku Nehemya xemgîn xuya dike. Wî got: ‘Tu çima ew qas xemgîn î?’ Nehemya got: ‘Bajarê min Orşelîm wêran bûye, ma ezê çawa xemgîn nebim?’ Padîşah pirsî: ‘Ez dikarim ji bo te çi bikim?’ Di cih de Nehemya di dilê xwe de dua kir. Paşê wî got: ‘Ji kerema xwe re îznê bide min ku ez biçim Orşelîmê û sûrên bajêr ji nû ve ava bikim.’ Artahşasta Padîşah îzin da wî ku ew biçe Orşelîmê û alî wî kir ku ew di vê rêwîtiya dirêj de bi saxî û selametî bigihîje wir. Wekî din, wî Nehemya kir waliyê Cihûdayê û ji bo çêkirina dergehên bajêr dar dan wî.
Gava Nehemya gihîşt Orşelîmê, wî li rewşa sûrên bajêr nêrî. Piştre wî kahîn û hukimdar li hev kom kirin û ji wan re got: ‘Em di halekî pir xerab de ne. Gerek em dest bi kar bikin.’ Xelkê qebûl kir û dest pê kir ku sûrên bajêr dîsa ava bike.
Lê hinek dijminên Îsraîliyan henekên xwe bi wan kirin û gotin: ‘Eger roviyek hilkişe ser sûrê ku hûn ava dikin, wê bê hilweşandin.’ Xebatkaran bala xwe nedida gotinên wan û karê avakirinê dewam dikir. Sûr bilindtir û saxlemtir bû.
Dijminan qerar da ku ji aliyên cuda ve bên û ji nişka ve êrîşî Orşelîmê bikin. Gava Cihû bi vê planê hesiyan, ew pir tirsiyan. Lê Nehemya got: ‘Netirsin. Yehowa bi me re ye.’ Wî ji bo parastina xebatkaran nobedar danîn. Ji ber vê yekê, dijminan nikaribû êrîşî wan bikin.
Sûr û dergehên bajêr di 52 rojan de temam bûn. Nehemya ji bo pîrozkirina vê yekê hemû Lêwî anîn Orşelîmê. Wî ew wek du komên stranbêjan ji hev veqetandin. Ew li cem Dergehê Kaniyê li ser derenceyan hilkişiyan ser sûr. Piştre her komek ji aliyekî din ve li dora bajêr meşiya. Gava ew dimeşiyan, wan li borî, zîl û çengê dixist û stran ji Yehowa re digotin. Esra bi komekê re çû û Nehemya bi koma din re çû. Di dawiyê de ew li cem îbadetgehê rastî hev hatin. Hemû jin, mêr û zarokan şahî pîroz kir û ji Yehowa re qurban pêşkêş kirin. Dengê dilxweşiya wan ji dûr ve dihat bihîstin.
“Tu çekeke ku li dijî te bê çêkirin wê bi kêr neyê” (Îşaya 54:17).