DERS 94
Şagirt Ruhê Pîroz Distînin
Piştî ku Îsa vegeriya ezmanan 10 roj derbas bûn. Wê çaxê şagirtên wî ruhê pîroz stand. Piştî mîladê di sala 33yan de, mirov ji gelek deran hatin Orşelîmê ku Cejna Pentîkostê pîroz bikin. Teqrîben 120 şagirtên Îsa di odeya jor a malekê de li hev kom bûn. Ji nişka ve tiştekî ecêb çêbû. Li ser serê her şagirtekî tiştekî ku dişibiya pêta êgir xuya bû û wan dest pê kir ku bi cure cure zimanan xeber bidin. Dengekî bilind wek bayekî xurt li temamiya malê belav bû.
Kesên ku ji welatên din hatibûn Orşelîmê ev deng bihîst. Ji bo bibînin ku di wê malê de çi çêbûye, wan baz da wê derê. Gava wan bihîst ku şagirt bi zimanên din xeber didin, ew şaş man. Wan got: ‘Ma ev mirov ne ji Celîleyê ne? Ma ew çawa dikarin bi zimanên me bipeyivin?’
Piştre Petrûs û şandiyên din derketin pêşiya xelkê. Petrûs ji xelkê re got ku Îsa çawa hat kuştin û Yehowa ew çawa ji mirinê rakiriye. Petrûs got: ‘Îsa niha li ezmên e. Ew li aliyê Xwedê yê rastê ye. Wek ku wî soz dabû, wî ruhê pîroz da me. Bi vî awayî mucîzeyên ku hûn dibînin û dibihîzin çêbûn.’
Gotinên Petrûs li ser dilê xelkê pir tesîr kir û wan pirsî: ‘Gerek em çi bikin?’ Wî ji wan re got: ‘Ji gunehên xwe tobe bikin û bi navê Îsa vaftîz bibin. Wê çaxê hûnê ruhê pîroz wek xelatekê bistînin.’ Wê rojê teqrîben 3.000 mirov vaftîz bûn. Ji wê demê ve şagirtên Îsa yên li Orşelîmê her ku diçû zêde dibûn. Bi alîkariya ruhê pîroz, şandiyan gelek civatên nû ava kirin. Bi vî awayî wan dikaribû her tiştê ku Îsa li wan emir kiribû hînî şagirtan bikin.
“Eger tu bi eşkereyî bibêjî ku Îsa Efendiyê me ye, û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji mirinê rakiriye, tuyê xelas bibî” (Romayî 10:9).