DERS 95
Tu Tişt Nikare Wan Bisekinîne
Zilamekî seqet her roj li ber deriyekî îbadetgehê rûdinişt û pars dikir. Rojekê piştî nîvro wî dît ku Petrûs û Yûhena dikevin îbadetgehê. Wî ji wan re got: ‘Ji kerema xwe re hinek pere bidin min.’ Petrûs got: ‘Pereyê min tune ye, lê ez dikarim tiştekî biqîmettir bidim te. Bi navê Îsa, rabe û bimeşe!’ Piştre Petrûs alî wî kir ku ew rabe ser xwe û zilam dest pê kir meşiya! Xelk bi vê mucîzeyê pir kêfxweş bû û gelek ji wan bûn şagirtên Îsa.
Lê kahîn û Sadûqî pir aciz bûn. Wan şandî girtin û ew birin Mehkemeya Bilind a Cihûyan û ji wan pirsî: ‘Kê qewet daye we ku hûn vî zilamî qenc bikin?’ Petrûs got: ‘Me ev qewet ji Îsa Mesîhê ku we kuştiye stand.’ Rêberên dînî ji wan re got: ‘Êdî li ser Îsa qet xeber nedin!’ Lê şandiyan got: ‘Em nikarin bêdeng bimînin. Gerek em li ser Îsa xeber bidin.’
Dema ku Petrûs û Yûhena hatin berdan, ew çûn cem şagirtên din û tiştên ku çêbûn ji wan re gotin. Wan bi hev re ji Yehowa re dua kir û got: ‘Ji kerema xwe re alî me bike ku em karê ku te daye me bi dilekî xurt dewam bikin.’ Yehowa ruhê xwe yê pîroz da wan û wan mirov qenc dikirin û belavkirina mizgîniyê dewam dikir. Her ku diçû zêdetir mirovan îmana xwe bi Îsa dianî. Sadûqiyan ew qas hesûdiya şandiyan dikir ku wan ew girtin û avêtin hebsê. Lê wê şevê Yehowa melekekî xwe şand. Melek deriyên hebsê vekirin û ji şandiyan re got: ‘Vegerin îbadetgehê û li wir xelkê bielimînin.’
Roja din Mehkemeya Bilind a Cihûyan ev xeber stand: ‘Deriyê hebsê kilîtkirî ye, lê zilamên ku we girtibûn ji wir çûne! Ew di îbadetgehê de ne û xelkê dielimînin!’ Şandî dîsa hatin girtin û wan ew birin Mehkemeya Bilind a Cihûyan. Kahînê mezin got: ‘Me emir li we kiribû ku hûn li ser Îsa xeber nedin!’ Lê Petrûs cewab da: “Gerek em ne guhdariya mirovan, lê guhdariya Xwedê bikin.”
Rêberên dînî ew qas qehirîn ku wan dixwest şandiyan bikujin. Lê Fêrisiyekî bi navê Gamalîêl rabû ser xwe û got: ‘Berî ku hûn tiştekî bikin baş bifikirin! Belkî Xwedê bi wan re ye. Ma hûn dixwazin bibin kesên ku li dijî Xwedê şer dikin?’ Wan guh da Gamalîêl. Piştî ku wan şandî dan ber qamçiyan, wan dîsa emir da wan ku mizgîniyê belav nekin û ew berdan. Lê wan nikaribû şandiyan bidin sekinandin. Şandiyan bi dewamî û bi dilekî xurt hem di îbadetgehê de hem jî mal bi mal mizgînî belav dikir.
“Gerek em ne guhdariya mirovan, lê guhdariya Xwedê bikin” (Karên Şandiyan 5:29).