Qisim 10 Pêşgotin
Yehowa Padîşahê herî mezin e. Wek berê û îro, di pêşerojê de jî wê her tişt di bin kontrola wî de be. Mesela, wî Yêremya di bîreke kûr de ji mirinê xelas kir. Wî Şadrak, Meşak û Abed-Nego ji agirê firinê û Danîêl ji şêran xelas kirin. Ji bo ku Ester miletê xwe xelas bike, Yehowa ew parast. Yehowa nahêle ku xerabî heta hetayê hebe. Pêxembertiyên ku bi heykelê mezin û dara bilind ve girêdayî ne garantî dikin ku Hukimdariya Yehowa wê di demeke nêzîk de hemû tiştên xerab tune bike û li ser rûyê erdê hukim bike.