KILAM 4
“Yehowa Şivanê Min e”
(Zebûr 23)
1. Yehowa Şivanê min e,
rêberiya min dike.
Ew rind dizane daxwaza min,
kêmasiya min tune.
Li ber min sifrê datîne
û min tim xwedî dike.
Min di rêya rast de dimeşîne,
dilê min rihet dike.
Li rêya rast min dimeşîne,
dilê min rihet dike.
2. Eger gerek ez bimeşim
di newala tarî re,
ezê bi Xwedê ewle bibim,
dilê min wê bêtirs be.
Ji bo ku ew dostê min e
ez pir bikêf û şa me.
Bi rastî ji tu tiştî natirsim,
çimkî stara min ew e.
Belê, ji tu tiştî natirsim,
çimkî stara min ew e.
3. Yehowa Şivanê min e,
ezê li pey wî herim.
Ez îtibara xwe pê tînim
û tu caran şik nakim.
Ew sadiq û dilovan e,
ez pir hejî wî dikim.
Ezê heta dawiya emrê xwe
guhdariya wî bikim.
Ezê tevahiya emrê xwe
guhdariya wî bikim.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 28:9; 80:1)