KILAM 59
Pesnê Yehowa Bide!
(Zebûr 146:2)
1. Pesnan bide
Xwedayê me,
stranên şukranê ji wî re bêje.
Her şev û roj
bê rawestin
bilind bike navê wî yê mezin.
Navê Yehowa bide naskirin!
2. Pesnan bide
Xwedayê me,
ew hazir e ku alî me bike.
Ew guh dide
duayên me,
Yehowa ruhê pîroz dide me.
Şan û şohreta wî îlan bike!
3. Pesnan bide,
Xwedayê me,
ew adil e û xema me dixwe.
Wî soz daye,
pê bawer be,
ewê derman bike her derdê me.
Tevî me pesnê Yehowa bide!
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 94:18, 19; 145:21; 147:1; 150:2; Kar. 17:25)