KILAM 80
Bibîne ku Yehowa Çi Qas Qenc e
(Zebûr 34:8)
1. Xizmeta Xwedê hêja ye,
em pir qîmetê didinê.
Em hem wexta xwe hem qeweta xwe
bi kar tînin ji bo Xwedê.
(DÎSGOTIN)
Were, bibîne bi çavê xwe,
Yehowa çi qas qenc e!
Dilsoz bimîne, xîret bike,
ewê ji te razî be.
2. Her xizmetkarê Yehowa
pir bereketan distîne.
Em xwe dispêrin rêberiya wî,
Yehowa me xwedî dike.
(DÎSGOTIN)
Were, bibîne bi çavê xwe,
Yehowa çi qas qenc e!
Dilsoz bimîne, xîret bike,
ewê ji te razî be.
(Li van ayetan jî binêre: Mar. 14:8; Lûqa 21:2; 1. Tîm. 1:12; 6:6)