KILAM 116
Qudreta Dilovaniyê
1. Çi xweş in hemû sifetên Xwedê,
mîna wî kes tune.
Ew hem bihîkmet hem jî bihêz e,
bi ser de pir dilovan e.
2. Efendiyê me Îsa Mesîh jî
yekî dilovan e.
Ew gazî hemû mezlûman dike
û dilê wan rihet dike.
3. Emsala Xwedê û Îsa Mesîh
muhîm e ji bo me.
Bila qudreta dilovaniyê
her daîm ba me jî hebe.
(Li van ayetan jî binêre: Mîka 6:8; Met. 11:28-30; Kol. 3:12; 1. Ptr. 2:3)