KILAM 122
Sebat Bike
1. Halê dinyayê reş û tarî ye,
hêviya gelek kesan nemaye.
Lê kesên ku xwe dispêrin Xwedê
natirsin ji sibehê.
(DÎSGOTIN)
Eger tu sebat bikî
bi hêvî û bawerî,
tuyê bigihîjî
jiyana herheyî.
2. Dafikên Îblîs îro gelek in,
gerek em dilê xwe biparêzin.
Eger em rêya xwe winda nekin,
emê serkeftî bibin.
(DÎSGOTIN)
Eger tu sebat bikî
bi hêvî û bawerî,
tuyê bigihîjî
jiyana herheyî.
3. Em ji Yehowa ji dil hez dikin,
ji îşê wî em kêfê distînin.
Îro xizmeta me pir muhîm e,
çimkî dawî nêzîk e.
(DÎSGOTIN)
Eger tu sebat bikî
bi hêvî û bawerî,
tuyê bigihîjî
jiyana herheyî.
(Li van ayetan jî binêre: Lûqa 21:9; 1. Ptr. 4:7)