KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lff ders 4
  • Xwedê Kî ye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xwedê Kî ye?
  • Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HÛR Û KÛR BIFIKIRE
  • BI ÇEND GOTINAN
  • ZÊDETIR HÎN BIBE
  • Navê Yehowa ji bo Te Çi Qas Muhîm e?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Yehowa ji bo Me Jiyaneke Çawa Dixwaze?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
lff ders 4
Ders 4. Sûretê teleskopê bi şev şeklê stêrk û galaksiyên xweşik nîşan dide.

DERS 04

Xwedê Kî ye?

Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî

Ji hezaran salan û vir ve, însanan ji gelek pût û îlahan re îbadet kirine. Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê yek e û ew “ji hemû îlahan mezintir e” (2. Dîrokan 2:5). Gelo Xwedê bi rastî kî ye? Di vê dersê de, emê bibînin ku em çawa dikarin Xwedayê rast baştir nas bikin.

1. Navê Xwedê çi ye? Çima muhîm e ku em navê Xwedê nas bikin?

Xwedê bi destê Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku navê wî çi ye. Ew bi xwe wisa dibêje: “Ez XUDAN im [Ez Yehowa me, NWT], navê min ew e” (Îşaya 42:5, 8 bixwîne). Navê “Yehowa” ji zimanê Îbranî tê. Li gor hin alim û zanyarên Kitêba Pîroz, navê Yehowa tê maneya ku “Ew Pêk Tîne”, yanî ew dike ku çêbe. Yehowa dixwaze ku em navê wî nas bikin (2. Mûsa 3:15). Em vê yekê dizanin, çimkî navê Yehowa zêdetirî 7.000 caran di Kitêba Pîroz de derbas dibe!a Peyva Xwedê dibêje ku Yehowa “li jor li ezmanan û li jêr li erdê XUDAN, ew Xwedê ye” (5. Mûsa 4:39).

2. Kitêba Pîroz li ser Yehowa çi dibêje?

Kitêba Pîroz dibêje ku tenê Yehowa Xwedayê rast e. Gelo çima? Ji bo vê yekê gelek sebeb hene. Li erd û ezmanan ji Yehowa mezintir tu kes tune ye. Kitêba Pîroz li ser Xwedê wisa dibêje: “Li ser tevahiya dinê, tenê tu berz [mezin] î” (Zebûr 83:18 bixwîne). Ew “Karîndarê her tiştî” ye, yanî Qadirê Mutleq e. Ji ber vê yekê hêz û qeweta wî têra her tiştî dike, û ew çi bixwaze dikare wê bike. Xwedê “her tişt afirandin”, yanî wî gerdûn û jiyana li ser erdê çêkiriye (Peyxam 4:8, 11). Jixwe tenê Yehowa her tim hebûye, û ewê heta bi hetayê jî hebe (Zebûr 90:2).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo çi ferq di nav sernavên Xwedê û navê wî yê taybet de heye? Gelo Xwedê çawa û çima navê xwe ji me re eşkere kiriye?

Zilamek bi şev li ezmanan mêze dike. Navê Yehowa li ezmanan tê xuyakirin.

3. Gelek sifet û sernavên Xwedê hene, lê navê wî tenê yek e

Di nav sernav û navekî şexsî de çi ferq heye? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

VÎDEO: Sernavên Xwedê Pir in, lê Navê Wî Yek e (0:41)

  • Çi ferqa sernavekî, wek “Xudan”, ji navekî heye?

Kitêba Pîroz eşkere dike ku însan ji gelek reb û îlahan re îbadetê dikin. 2. Mûsa 18:11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ev ayet li ser Xwedê çi dibêje?

4. Yehowa dixwaze ku em navê wî nas bikin û bibêjin

Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze em navê wî nas bikin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

VÎDEO: Gelo Navê Xwedê Heye? (Bi Qismî) (3:11)

Dîmenek ji vîdeoya ‘Gelo navê Xwedê heye? (Bi Qismî)’. Zilamek li ser navê Xwedê, Yehowa, lêkolîn dike. Ew ji wergera ‘King James Version’ a sala 1611an, li Zebûr 83:18 mêze dike.
  • Gelo Yehowa dixwaze ku em navê wî nas bikin? Tu çima wisa difikirî?

Yehowa dixwaze ku em navê wî bînin zimên. Romayî 10:13 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima pir muhîm e ku em navê Xwedê, yanî Yehowa, bînin zimên?

  • Gava ku kesek navê te tîne bîra xwe û bi navê te gazî te dike, gelo ev yek li te xweş tê?

  • Tu çi difikirî, gava ku tu navê Yehowa dibêjî, gelo ev yek li wî xweş tê?

5. Yehowa dixwaze ku tu wî baştir nas bikî

Dema ku jinikeke bi navê Soten navê Xwedê nas kir, dilê wê pir şa bû. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

VÎDEO: Ez li Xwedê Digeriyam (8:18)

Albûm: Dîmenên ji vîdeoya ‘Ez li Xwedê Digeriyam’. 1. Soten li bin darekê rûniştiye, li ezmanan mêze dike û ji Xwedê re dua dike. 2. Herold ji Sotenê re dibêje ku navê Xwedê Yehowa ye.
  • Dema ku Sotenê navê Xwedê bihîst, wê ji dil çi got?

Gava ku tu xwe bi kesekî din didî naskirin, helbet tu jê re navê xwe dibêjî. Aqûb 4:8a bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Yehowa ji te dixwaze ku tu çi bikî?

  • Tu niha dizanî ku navê Xwedê çi ye. Gelo tu dixwazî wî baştir nas bikî?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Xwedê yek e, ferq nake ku navê wî çi ye.”

  • Tu bawer dikî ku navê Xwedê Yehowa ye?

  • Teyê ji kesekî din re çawa zelal bikira ku Xwedê dixwaze em navê wî bibêjin?

BI ÇEND GOTINAN

Navê Xwedê Yehowa ye. Ew dixwaze ku em navê wî nas bikin û bînin zimên. Bi vî awayî, em nêzîkî wî dibin.

Tu çi elimî?

  • Yehowa çima ji hemû îlahan cuda ye?

  • Çima lazim e ku em navê Xwedê bibêjin?

  • Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze em nêzîkî wî bibin?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Çi îsbat dike ku Xwedê heye? Li van pênc sebeban binêre.

“Gelo Xwedê Heye?” (Meqaleya Înternetê)

Xwedê her tim hebûye. Ev yek çima maqûl e?

“Gelo Destpêka Xwedê Heye?” (Birca Çavdêriyê, 1 Tebax 2014)

Em tam nizanin ku navê Xwedê di zemanên berê de çawa dihat telafûzkirin. Lê dîsa jî, çima lazim e ku em navê Xwedê bibêjin?

“Yehowa Kî ye?” (Meqaleya Înternetê)

Gelo ji bo me muhîm e ku navê Xwedê çi ye? Em ji ku dizanin ku navê Xwedê tenê yek e?

“Gelo Gelek Navên Xwedê Hene?” (Meqaleya Înternetê)

a Maneya navê Xwedê çi ye? Gelo navê Xwedê çima ji hin wergerên Kitêba Pîroz hatiye derxistin? Ji bo cewabên van pirsan, li Pêveka A4 a di Wergera Dinyaya Nû de binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne