KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lff ders 32
  • Padîşahiya Xwedê Niha Hukim Dajo!

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Padîşahiya Xwedê Niha Hukim Dajo!
  • Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HÛR Û KÛR BIFIKIRE
  • BI ÇEND GOTINAN
  • ZÊDETIR HÎN BIBE
  • Kitêba Pîroz di Heqê Sala 1914an de Çi Eşkere Dike?
    Pirsên li ser Kitêba Pîroz
Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
lff ders 32
Ders 32. Îsa Mesîh wek Padîşahê ezmanî gopal girtiye destê xwe û li ser rûyê erdê hukim dajo.

DERS 32

Padîşahiya Xwedê Niha Hukim Dajo!

Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî

Padîşahiya Xwedê ji sala 1914an ve li ezmên hukim dajo. Di eynî salê de, rojên dawîn ên hukûmetên dinyayê jî dest pê kiriye. Em vê yekê ji ku dizanin? Werin em bibînin ku Kitêba Pîroz ji berê ve çi gotiye. Gelo ji sala 1914an û vir ve, halê dinyayê û halê însanan çawa bûye?

1. Kitêba Pîroz ji berê ve çi gotiye?

Danîêl pêxember gotibû ku Padîşahiya Xwedê wê piştî derbasbûna wexteke bi navê “heft dem” dest bi hukimdariyê bike (Danîêl 4:16, 17). Gelek wext bi şûn de, Îsa Mesîh jî behsa eynî wextê kir. Wî ev wext wek “zemanê miletan” bi nav kir û wî gotibû ku ev wext hê derbas nebûye (Lûqa 21:24). Emê di vê dersê de bibînin ku ev heft dem di sala 1914an de çawa bi dawî bûn.

2. Ji sala 1914an û vir ve, halê dinyayê û halê însanan çawa bûye?

Şagirtên Îsa Mesîh ji wî pirs kir: “Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?” (Meta 24:3). Îsa Mesîh ji wan re gotibû ku gava ew wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê hukim bajo, gelek tişt wê li ser rûyê erdê biqewimin. Mesela, wî gotibû ku şer, xela û erdhejîn wê çêbin (Meta 24:7 bixwîne). Wekî din, Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku ji ber kirin û hereketên însanên xerab ên “di rojên dawîn de”, jiyan wê gelekî zor û zehmet be (2. Tîmotêyos 3:1-5). Bi taybetî ji sala 1914an û vir ve, ev halê dinyayê û sifetên însanan bi zelalî tên dîtin.

3. Ji wexta ku Padîşahiya Xwedê hukim dajo û vir ve, çima halê dinyayê ew qas xerab bûye?

Wexteke kin piştî ku Îsa Mesîh bû Padîşah, wî li ezmanan bi Îblîs û cinên wî re şer kir. Di vî şerî de, Îsa Mesîh zora Îblîs û cinên wî bir. Kitêba Pîroz li ser Îblîs dibêje ku “ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê” (Peyxam 12:9, 10, 12). Îcar xezeba Îblîs pir rabûye, çimkî ew dizane ku ewê bê tunekirin. Loma, ew bûye sebebê kul û derdên dinyayê. Ji ber vê yekê, em ecêbmayî nabin ku halê dinyayê ew qas xerab e! Lê Padîşahiya Xwedê wê ji hemû kul û derdan re bibe derman.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Em ji ku dizanin ku Padîşahiya Xwedê di sala 1914an de dest bi hukimdariyê kiriye? Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em îmana xwe bi vê yekê tînin?

4. Hesabkirina gotinên pêxemberan me dibe sala 1914an

VÎDEOYÊ vêxe.

VÎDEO: Padîşahiya Xwedê ji Sala 1914an ve Hukim Dajo (5:02)

Xwedê kir ku Padîşahê Babîla qedîm, yanî Nebûkadnetsar, xewnekê bibîne. Xwedê ji wî re nîşan da ku di pêşerojê de çi wê biqewime. Em ji vê xewnê û ji şîroveya Danîêl pêxember hîn dibin ku ev xewn ne tenê behsa hukimdariya Nebûkadnetsar dike, lê behsa Padîşahiya Xwedê jî dike (Danîêl 4:17 bixwîne).a

Danîêl 4:20-26 bixwîne, li resim mêze bikin û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • (A) Nebûkadnetsar di xewna xwe de çi dît? (Li ayetên 20 û 21ê binêre.)

  • (B) Çi wê bihata serê darê? (Li ayeta 23yan binêre.)

  • (C) Piştî derbasbûna “heft deman” çi wê biqewimiya? (Li ayeta 26an binêre.)

Çi Eleqeya Xewna der Heqê Darê de bi Padîşahiya Xwedê ve Heye?

PÊXEMBERTÎ (Danîêl 4:20-36)

Hukimdarî

(A) Dareke mezin

Dareke pir mezin.

Hukimdarî ji dest diçe

(B) “Darê bibirrin” û “bila heft dem di ser wî re derbas” bibin.

Koka darê bi hesin û tûnc ve hatiye pêçandin.

Hukimdarî dikeve dest

(C) “Wê padîşahiya te li te vegerînin”

Dareke pir mezin.

Pêxembertî cara ewilî tê cih

  • (D) Dar kê temsîl dike? (Li ayeta 22yan binêre.)

  • (E) Hukimdariya wî çawa ji destê wî çû? ​(Danîêl 4:29-33 bixwîne.)

  • (F) Piştî derbasbûna “heft deman”, çi hat serê Nebûkadnetsar? ​(Danîêl 4:34-36 bixwîne.)

PÊXEMBERTÎ CARA EWILÎ TÊ CIH

Hukimdarî

(D) Padîşahê Babîlê, Nebûkadnetsar

Nebûkadnetsar Padîşah bi quretî sekiniye.

Hukimdarî ji dest diçe

(E) Berî Mîladê piştî sala 606an, Nebûkadnetsar hişê xwe winda dike û ji bo heft salan nikare hukim bajo

Nebûkadnetsar çûye ser çokan û wek heywanekî diçêre.

Hukimdarî dikeve dest

(F) Hişê Nebûkadnetsar tê serê wî û ew ji nû ve dest bi hukimdariyê dike

Nebûkadnetsar Padîşah destên xwe bilind kirine û li ezmên mêze dike.

Pêxembertî cara diduyan tê cih

  • (G) Dar kê temsîl dike? ​(1. Dîrokan 29:23 bixwîne.)

  • (H) Hukimdariya wan çawa ji destê wan çû? Em ji ku dizanin ku gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, hukimdarî hê jî neketibû destê wan? (Lûqa 21:24 bixwîne.)

  • (I) Ev hukimdarî kengê û li ku derê dîsa ava bûye?

PÊXEMBERTÎ CARA DIDUYAN TÊ CIH

Hukimdarî

(G) Padîşahên Îsraêlê yên ku hukimdariya Xwedê temsîl dikin

Xanedaneke Padîşahên Îsraêlê li ser textan rûniştine. Ronahiya rojê li ser wan şewq dide.

Hukimdarî ji dest diçe

(H) Orşelîm wêran bûye, û xanedana Padîşahên Îsraêlê ji bo 2.520 salan tê qutkirin

Berî Mîladê di sala 607an de, agir Orşelîma qedîm wêran dike. Dû re, 2.520 sal derbas dibin.

Hukimdarî dikeve dest

(I) Îsa Mesîh li ezmên dest pê dike ku wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê hukim bajo

Îsa Mesîh li ser textê xweyî ezmanî rûniştiye û ji sala 1914an ve, li ser temamiya dinyayê hukim dajo. Tîrêjên rojê ji cem wî diçirisin.

Ev heft dem çi qas dirêj in?

Hin qismên Kitêba Pîroz alî me dikin ku em qismên din çêtir fehm bikin. Mesela, kitêba Peyxamê dibêje ku sê wext û nîv, yanî sê sal û nîv, tên hesabê 1.260 rojan (Peyxam 12:6, 14). Heft dem bi qasî du caran zêdetir in, yanî 2.520 roj in. Carinan di Kitêba Pîroz de rojek tê maneya salekê (Hêzekîêl 4:6). Loma, heft demên ku di Kitêba Danîêl de derbas dibin, tên maneya 2.520 salan.

5. Ji sala 1914an û vir ve, halê dinyayê xerabtir dibe

VÎDEOYÊ vêxe.

VÎDEO: Sala 1914an: Destpêka Rojên Dawîn (1:10)

Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku, piştî ku ew bibe Padîşah halê dinyayê wê çawa be. Lûqa 21:9-11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gelo te di emrê xwe de tiştên wisa dîtine yan bihîstine?

Pawlosê şandî gotibû ku însanên di rojên dawîn de wê çawa bin. 2. Tîmotêyos 3:1-5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gelo te di emrê xwe de însanên wisa dîtine?

Albûm: Dîmenên rojên dawîn halê dinyayê û sifetên însanan nîşan didin. 1. Serleşkerekî destên xwe bilind kirine û bang dide. 2. Xanî piştî erdhejînekê wêran bûne. 3. Firokên leşkerî. 4. Girseyeke maskkirî li derve dimeşe. 5. Li New Yorkê cotebircên “The Twin Towers” piştî êrîşeke terorî dişewitin. 6. Zilamek narkotîkan bi kar tîne. 7. Zilamekî destê xwe bilind kiriye û li ser jina xwe diqîre. 8. Cure cure narkotîk û vexwarinên alkolê. 9. Du jinên ku cil û berg û cewherên modayê li xwe kirine, selfî dikişînin. 10. Muzîkvanek konserekê bi rê ve dibe. 11. Serhildêrek şûşa “Molotov cocktail” diavêje.

6. Ji ber ku Padîşahiya Xwedê hukim dajo, gerek em çi bikin?

Meta 24:3, 14 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Kîjan karê muhîm nîşan dide ku Padîşahiya Xwedê niha hukim dajo?

  • Tu çawa dikarî tev li vî karî bibî?

Padîşahiya Xwedê niha li ezmên hukim dajo, û di wexteke nêzîk de, ewê li ser temamiya dinyayê hukim bajo. Îbranî 10:24, 25 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ji ber ku em “dibînin ku roja Xudan nêzîk dibe,” gerek em çi bikin?

Albûm: 1. Xwendekareke Kitêba Pîroz diçe civîneke Şahidên Yehowa. 2. Eynî xwendekar ji hevala xwe re behsa xebera xêrê dike.

Eger te bizanibûya ku tiştek dikare alî kesekî din bike û jiyana wî xelas bike, teyê çi bikira?

BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Şahidên Yehowa sala 1914an ji ku derxistine?”

  • Teyê çi bigota?

BI ÇEND GOTINAN

Pêxembertiyên Kitêba Pîroz, hesabkirina deman û halê dinyayê îsbat dikin ku Padîşahiya Xwedê niha hukim dajo. Eger em bi vê bawer bikin, emê behsa Padîşahiya Xwedê bikin û herin civînan.

Tu çi elimî?

  • Piştî dawiya heft demên ku di kitêba Danîêl de derbas dibin, çi qewimî?

  • Tu çima bawer dikî ku Padîşahiya Xwedê ji sala 1914an ve hukim dajo?

  • Tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu bawer dikî ku Padîşahiya Xwedê niha hukim dajo?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Ji sala 1914an û vir ve, halê dinyayê çawa hatiye guhertin? Tarîxzan û kesên din li ser vê yekê çi dibêjin?

“Mirov ji Aliyê Exlaqê ve Pir Sist Bûne” (Hişyar Bin!, Nîsan 2007)

Zilamek dibêje ku gotinên ji Meta 24:14 çawa li ser jiyana wî tesîr kiriye.

“Min ji Her Tiştî Bêtir ji Beyzbolê Hez Dikir!” (Birca Çavdêriyê No. 3 2017)

Em ji ku dizanin ku pêxembertiya di Danîêl beşa 4an de behsa Padîşahiya Xwedê dike?

“Padîşahiya Xwedê ji Kengê ve Hukim Dajo? (Qisim 1)” (Birca Çavdêriyê, 1 Cotmeh 2014)

Çi nîşan dide ku “heft demên” ku di Danîêl beşa 4an de derbas dibin, di sala 1914an de xelas bûn?

“Padîşahiya Xwedê ji Kengê ve Hukim Dajo? (Qisim 2)” (Birca Çavdêriyê, 1 Mijdar 2014)

a Ji qismê Zêdetir Hîn Bibe, bala xwe bide her du meqaleyên dawîn.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne