DERS 44
Gelo Xwedê ji Hemû Eyd û Cejnan Razî ye?
Yehowa dixwaze ku em ji xweşiya jiyanê zewqê bistînin û kêf bikin. Lê gelo ew ji hemû eyd û cejnan razî ye? Em çawa dikarin di vê meseleyê de nîşan bidin ku em ji Yehowa hez dikin?
1. Çima Yehowa ji gelek eyd û cejnan ne razî ye?
Gelek eyd û cejn ne li gor Kitêba Pîroz in, yan jî koka xwe ji dîn û îbadetên sexte digirin. Hinek ji wan bi cindariyê ve girêdayî ne, yan jî li ser fikra ku ruh nemir e, ava bûne. Hinek eyd û cejn jî bi baweriyên pûç yan bi vebûna bext û qismet ve girêdayî ne (Îşaya 65:11). Yehowa xizmetkarên xwe hişyar dike: “Ji nav wan derkevin û veqetin, dest nedin tiştê murdar” (2. Korîntî 6:17).a
2. Yehowa li ser eyd û cejnên ku rûmetê didin însanan, çi difikire?
Yehowa me hişyar dike ku gerek em xwe nespêrin însanan (Yêremya 17:5 bixwîne). Hinek cejn ji bo rûmeta serok û leşkeran tên pîrozkirin. Hinek cejn ji bo nîşanên welatî yan roja serxwebûnê tên pîrozkirin (1. Yûhena 5:21). Hinek cejnên din jî ji bo piştgiriya hereketên siyasî yan civakî tên pîrozkirin. Îcar ka bifikire: Eger em rûmetê bidin însanekî yan teşkîlateke ku li gor daxwaza Yehowa nameşe, gelo ew şa dibe yan xemgîn dibe?
3. Yehowa ji kîjan kêf û şahiyan ne razî ye?
Kitêba Pîroz serxweşî, kêf û şahiyên bêedeb û şerabvexwarina civatî ya bêhed û bêhesab qedexe dike (1. Petrûs 4:3). Hinek cejn bi bêedebî û bêexlaqiyê ve bi nav û deng in. Ji bo ku em dostaniya xwe ya bi Yehowa re xera nekin, gerek em xwe dûrî kêf û şahiyên pîs bigirin.
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Ji bo ku Yehowa ji me razî be, gelo em çawa dikarin li ser eyd û cejnan qerarên baş bidin?
4. Eyd û cejnên ku dilê Yehowa diêşînin, pîroz neke
Efesî 5:10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Berî ku em qerarê bidin ka em eyd û cejnekê pîroz bikin yan na, gerek em çi bizanibin?
Li hêla te, însan kîjan eyd û cejnan pîroz dikin?
Tu çi difikirî, gelo Yehowa ji van eyd û cejnan razî ye yan na?
Gelo Yehowa li ser cejna rojbûnê çi difikire? Di Kitêba Pîroz de qet nayê gotin ku xizmetkarekî Yehowa rojbûna xwe pîroz kiriye. Lê ew behsa rojbûnên du kesên ku ne xizmetkarên Yehowa bûn, dike. 1. Mûsa 40:20-22 û Meta 14:6-10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Di van her du cejnan de çi qewimîbû?
Tu ji van ayetan çi dielimî? Gelo Yehowa li ser pîrozkirina rojbûnê çi difikire?
Belkî tu ji xwe dipirsî: “Eger ez rojbûna kesekî pîroz bikim yan herim cejneke din a ku ne li gor Kitêba Pîroz e, ma çi xema Yehowa ye?” 2. Mûsa 32:1-8 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çima gerek em fehm bikin ku Yehowa li ser eyd û cejnekê çawa difikire?
Em çawa dikarin vê yekê bizanibin?
Em ji ku dizanin ka Yehowa ji eyd û cejnekê razî ye yan na?
Koka wê cejnê ji ku tê? Lêkolîn bike ka ev cejn li gor Kitêba Pîroz e yan na.
Gelo ew rûmetê dide însan, teşkîlat yan nîşanên welatî? Berî her kesî, em rûmetê didin Yehowa û bawer dikin ku tenê ew dikare derdên dinyayê safî bike.
Gelo ew cejn û adet li gor qanûnên Kitêba Pîroz in? Gerek em ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin.
5. Alî kesên din bike ku ew qedrê bîr û baweriyên te bigirin
Gava kesên din te mecbûr dikin ku tu herî cejneke ku ne li gor dilê Yehowa ye, belkî ji bo te zehmet e ku tu bibêjî na. Bi sebir û bi xweşikahî bibêje ku tu çima naxwazî herî wê cejnê. Tu çawa dikarî vê bikî? VÎDEOYÊ vêxe.
Meta 7:12 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Li gor vê ayetê, eger ferdên malbata te ne xizmetkarên Yehowa bin, gelo hewce dike ku tu ji wan re bibêjî ka ew cejnekê pîroz bikin yan na?
Eger tu bi malbata xwe re cejnekê pîroz nekî, tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ji wan hez dikî û qedrê wan digirî?
6. Yehowa dixwaze ku em kêfxweş bin
Yehowa dixwaze ku em bi malbat û dostên xwe re wextên xweş derbas bikin û kêfxweş bin. Waiz 8:15 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Yehowa dixwaze ku jiyana me çawa be?
Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî kêf bikin û wextên xweş bi hev re derbas bikin. VÎDEOYÊ vêxe û bibîne ku ev yek di komcivînên navneteweyî de çawa tê dîtin.
Galatî 6:10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Ji bo ku em ji hev re “qenciyê bikin,” gelo hewcedariya me bi cejnan heye?
Çi dilê te xweştir dike? Eger tu tenê di roja cejnê de bi mecbûrî diyariyekê bidî, yan jî kengê bixwazî ji dil bidî?
Gelek Şahidên Yehowa ji bo zarokên xwe carinan kêf û şahiyan çêdikin û diyariyan didin wan. Eger zarokên te hebin, tu dikarî ji bo dilxweşiya wan çi bikî?
HINEK WISA DIBÊJIN: “Koka cejnekê ji ku dibe bila be! Ji bo min tiştê herî muhîm ev e ku ez bi malbat û dostên xwe re demeke xweş derbas bikim.”
Teyê çi bigota?
BI ÇEND GOTINAN
Yehowa dixwaze ku em bi malbat û dostên xwe re demeke xweş derbas bikin. Lê ew ji hinek eyd û cejnan ne razî ye û dixwaze ku em xwe ji wan dûr bigirin.
Tu çi elimî?
Bi alîkariya kîjan pirsan em dikarin fehm bikin ka Yehowa ji cejnekê razî ye yan na?
Em çawa dikarin alî malbat û dostên xwe bikin ku ew nêrîna me ya li ser cejnekê fehm bikin?
Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze em kêfxweş bin û kêf bikin?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Gelo Mesîhiyên rast kîjan eyd û cejnan pîroz nakin?
“Çima Şahidên Yehowa Hinek Eyd û Cejnan Pîroz Nakin?” (Meqaleya Înternetê)
Em çima bawer dikin ku Yehowa ji cejna rojbûnê ne razî ye?
“Çima Şahidên Yehowa Cejna Rojbûnê Pîroz Nakin?” (Meqaleya Înternetê)
Zarok çawa dikarin di rojên cejnan de dilê Yehowa xweş bikin?
Bi milyonan xizmetkarên Xwedê qerar daye ku cejna Noelê, yanî eyda Mîladê, pîroz nekin. Gelo ew ji qerara xwe poşman bûne?
a Gava ku kesên li dora te eyd û cejnan pîroz dikin, gelo tu çawa dikarî hereket bikî? Li Zanîna zêde 5 binêre.