DERS 55
Ji Civata Xwe re Alîkariyê Bike
Li seranserê dinyayê bi hezaran civat hene. Di van civatan de bi milyonan însan ji Yehowa re bi dilxweşî îbadetê dikin. Ew ji bo rêberiya ku di civînan de distînin pir şikurdar in û bi dilxwazî alîkariya civatê dikin. Gelo tu jî li ser civata xwe wisa difikirî?
1. Tu çawa dikarî bi wext û qeweta xwe alîkariya civatê bikî?
Em gişt dikarin alîkariya civata xwe bikin. Mesela, gelo di civata te de kesên kal û pîr yan nexweş hene? Gelo tu dikarî wan bi xwe re bibî civînê? Yan jî gelo tu dikarî ji bo wan tiştên malê bikirî yan karê malê bikî? (Aqûb 1:27 bixwîne). Wekî din, tu dikarî di karê paqijkirin û nûkirina Salona Îbadetê de alîkariyê bikî. Tu kes me mecbûr nake ku em van tiştan bikin. Ji ber ku em ji Yehowa û xwişk û birayên xwe hez dikin, em van tiştan “bi dilxwazî” dikin (Zebûr 110:3).
Xizmetkarên Yehowa yên binavbûyî dikarin bi awayên din jî piştgiriya civatê bikin. Birayên ku şertên Kitêba Pîroz tînin cih, dikarin wek alîkarên civatê yan rîspiyên civatê xizmetê bikin. Hem xwişk hem jî bira dikarin destekê bidin karê belavkirina xebera xêrê. Mesela, ew dikarin wek pêşeng xizmetê bikin. Hinek Şahidên Yehowa ji bo avakirina cihên îbadetê alîkariyê dikin yan jî ew mala xwe bar dikin cihekî ku ji civatê re alîkarî lazim e.
2. Em çawa dikarin bi mal û milkê xwe alîkariyê bidin civatê?
Kitêba Pîroz dibêje: “Bi mal û milkê xwe … qedrê Xudan bigire” (Methelokên Silêman 3:9). Ji bo me tiştekî pir xweş e ku em bi mal û pereyê xwe destekê didin civata xwe û karê cîhanî yê belavkirina xebera xêrê (2. Korîntî 9:7 bixwîne). Bi saya bexşên me di dema felaketên tebîetê de alîkariya însanî tê dayîn. Gelek kes “hinek pere” bi dewamî didin aliyekî ku wan bexş bikin (1. Korîntî 16:2 bixwîne). Em dikarin bexşên xwe di Salona Îbadetê de bavêjin qutiya bexşan yan jî li ser Înternetê bi navgîniya donate.jw.org bidin. Gava em bi malê xwe destekê didin civatê, em nîşan didin ku em ji Yehowa hez dikin.
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Gelo tu çawa dikarî ji civatê re alîkariyê bikî?
3. Em dikarin bi malê xwe destekê bidin civatê
Yehowa û Îsa Mesîh ji kesên destvekirî hez dikin. Mesela, Îsa Mesîh bala xwe da jinebiyeke feqîr a ku hemû malê xwe ji dil bexş kiribû. Lûqa 21:1-4 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Ji bo ku em dilê Yehowa xweş bikin, gelo gerek em gelek pere bexş bikin?
Yehowa û Îsa Mesîh li ser bexşên ku ji dil tên çi difikirin?
Ka bibîne ku bexşên me çawa tên xerckirin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Civatên li seranserê dinyayê ji bexşên me çawa feydeyê distînin?
4. Tu dikarî alîkariyê bikî
Di demên berê de, xizmetkarên Yehowa ji bo ku mala Xwedê xera nebe gelek ked û xîret didan. Ji xeynî dayîna bexşan, gelo wan çawa alîkarî dikir? 2. Dîrokan 34:9-11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Her Îsraêliyekî ji bo nûkirina mala Yehowa Xwedê çawa alîkarî dikir?
Gelo Şahidên Yehowa îro çawa li gor vê mîsalê dimeşin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çima ew qas muhîm e ku em Salonên Îbadetê paqij bihêlin û nû bikin?
Gelo tu çawa dikarî alîkariyê bikî?
5. Birano, xîret bikin ku hûn mesûliyetan bistînin
Kitêba Pîroz dilê birayan xurt dike ku ew bêtir alîkariya civatê bikin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Di vê vîdeoyê de, birayê me çawa xîret dikir ku alî civatê bike?
Gelo şertên ji bo birayên ku dixwazin wek alîkarên civatê yan rîspî xizmetê bikin, çi ne? 1. Tîmotêyos 3:1-13 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Şahidên Yehowa pereyên ji bo karên xwe ji ku tînin?”
Teyê çawa cewab bidaya?
BI ÇEND GOTINAN
Yehowa gava dibîne ku em bi wext, qewet û malê xwe alîkariya civatê dikin, ew dilxweş dibe û gelek qîmetê dide ked û xîreta me.
Tu çi elimî?
Em çawa dikarin bi wext û qeweta xwe alîkariya civatê bikin?
Em çawa dikarin bi mal û milkê xwe alîkariya civatê bikin?
Tu çawa dikarî ji civatê re bibî alîkar?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Gelo Xwedê çima ji xizmetkarên xwe êdî naxwaze ku ew dehyekê bidin?
“Kitêba Pîroz li ser Dayîna Dehyekê Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)
Kitêba Pîroz dibêje ku ji bo hin wezîfeyan bira mesûl in. Lê kengê îzin heye ku xwişk li şûna birayan van wezîfeyan bînin cih?
Hinek birayên jîr ji bo ku weşanên me bigihîjin destê xwişk û birayan, fedakariyên mezin dikin.
Weşanên Me yên li ser Kitêba Pîroz li Kongoyê Belav Dibin (4:25)
Pereyên ku ji bo fealiyetên me lazim in, çawa tên peydakirin?
“Pereyê ji bo Îşê Şahidên Yehowa ji Ku Derê Tê?” (Meqaleya Înternetê)