KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lmd ders 1
  • Bi Kesên Din re Eleqedar Be

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Bi Kesên Din re Eleqedar Be
  • Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Îsa Mesîh Çi Kir?
  • Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?
  • Wek Îsa Mesîh Bike
  • Sohbeta Xwe bi Xwezayî Dewam Bike
    Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
  • Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Bi Armanca Mizgîndayînê Dest bi Sohbetan Bike
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
  • Dilovan Be
    Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
Ji Mirovan Hez Bikin—Wan Bikin Şagirt
lmd ders 1

DEST BI SOHBETÊ BIKE

Îsa bi jinikekê re li ber bîrê sohbetê dike.

Yûhena 4:6-9

DERS 1

Bi Kesên Din re Eleqedar Be

Prensîp: “Hezkirin … li feyda xwe nagere” (1. Korîntî 13:4, 5).

Îsa Mesîh Çi Kir?

Îsa bi jinikekê re li ber bîrê sohbetê dike.

VÎDEO: Îsa Mesîh û Jinika li ber Bîrê

1. Li VÎDEOYÊ temaşe bike yan Yûhena 4:6-9 bixwîne. Paşê li ser van pirsan bifikire:

  1. Berî ku Îsa Mesîh bi jinikê re dest bi sohbetê bike, wî bala xwe da çi?

  2. Îsa got: “Avê bide min.” Çima ev yek ji bo sohbetê destpêkeke baş bû?

Em Dikarin ji Îsa Mesîh Çi Bielimin?

2. Eger em bi tiştên ku mirov pê eleqedar dibin, dest bi sohbetê bikin, sohbetên me wê bi îhtimaleke mezin xweş derbas bibin.

Wek Îsa Mesîh Bike

3. Xeberdana xwe li gor kesên din eyar bike. Her tim li ser eynî tiştî sohbet neke. Li hal û rewşa mirovan binêre, û bifikire ku ew bi çi mijûl in. Ji xwe wisa bipirse:

  1. “Di nûçeyan de çi heye?”

  2. “Cîran, hevalkarên min an hevaldersên min li ser çi xeber didin?”

4. Bala xwe bide derdorê. Ji xwe wisa bipirse:

  1. “Gelo ev kes bi çi mijûl e? Gelo ew bi çi re eleqedar dibe?”

  2. “Gelo kinc, şekil û şemala vî kesî yan halê mala wî li ser dîn û kultura wî çi nîşanî min dikin?”

  3. “Gelo niha wexteke baş e ku ez bi wî re sohbetê bikim?”

5. Guh bide.

  1. Gelekî xeber nede.

  2. Fersendê bide kesên din ku ew a dilê xwe bibêjin. Gava minasib be, ji wan pirsan bipirse.

LI VAN AYETAN JÎ BINÊRE

Met. 7:12; 1. Kor. 9:20-23; Flp. 2:4; Aqûb 1:19

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne