KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • CO-pgm24 r. 7-8
  • Agahdarî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Agahdarî
  • Bernameya Komcivîna Sêrojî – 2024
  • Malzemeya Eleqedar
  • Agahdariya ji bo temaşevanên komcivînê
    Bernameya Komcivîna Durojî – 2023
  • Agahdarî
    Bernameya Civîna Sêrojî – 2020
  • Agahdarî
    Bernameya Komcivîna Sêrojî – 2025
  • Agahdarî
    Bernameya Civîna Durojî – 2019
Zêdetir Bibîne
Bernameya Komcivîna Sêrojî – 2024
CO-pgm24 r. 7-8

Agahdarî

WEZÎFEDARÊN CIVÎNÊ Ji bo parkkirina erebeyan, çûn û hatin, veqetandina cihên rûniştinê û mijarên din, ji kerema xwe re guh bide rêberiya wezîfedaran.

VAFTÎZ Cihên rûniştinê yên ji bo kesên ku wê bên vaftîzkirin wê li rêzên pêşîn ên li ber sehneyê bên veqetandin. Bila kesên ku wê bên vaftîzkirin li wê derê rûnin berî ku gotara vaftîzê li sibeha roja Şemiyê dest pê bike. Ji bo vaftîzbûnê, gerek ew ji xwe re pêjgîr û kincên mutewazî bînin.

BEXŞÊN BIDIL Ji bo ku em ji vê komcivînê kêfê bistînin û nêzîktirî Yehowa bibin, ji bo cihên rûniştinê, sîstemên deng û vîdeoyê û gelek tiştên din pir pere tê xerckirin. Bexşên te wê ji bo van mesrefan û ji bo îşê cîhanî bên xebitandin. Di salonê de, qutiyên bexşan hene. Her çi qas mumkin be, here donate.jw.org û li ser vê bi awayekî dîjîtal bexşên xwe bide. Koma Rêberiyê ji te re spas dike ku tu bi bexşên xwe piştgiriya îşê Hukimdariya Xwedê dikî.

ALÎKARIYA PÊŞÎN Ji kerema xwe re ji bîr neke ku alîkariya pêşîn tenê ji bo halên acîl e.

EŞYAYÊN WINDABÛYÎ Ji kerema xwe re hemû eşyayên windabûyî ji Departmana Eşyayên Windabûyî re teslîm bike. Eger te tiştek winda kiribe, here vê departmanê û bipirse ka eşyayên te li wê derê ne yan na. Eger zarokekî dê û bavê xwe winda kiribe, ji kerema xwe re wî bibe vê departmanê. Ji bo ku tu kes nekeve stresê, li zarokên xwe rind binêre û wan tenê nehêle.

CIHÊN RÛNIŞTINÊ Ji bîr neke ku tenê ji bo malbata xwe, ji bo kesên ku tevî te seyahat dikin yan ji bo kesên ku tu tevî wan kursa Kitêba Pîroz îdare dikî cih veqetîne. Ji kerema xwe re tiştên xwe daneyne ser cihên ku te ji xwe re veneqetandine.

XIZMETA DILXWAZ Eger tu dixwazî li komcivînê di xizmeta dilxwaz de bixebitî, here Departmana Agahdarî û Xizmeta Dilxwaz.

Ji Aliyê Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa ve Tê Sazkirin

© 2024 Watch Tower Bible and Tract Society of PA

© Wachtturm Bibel- und Traktat-Gesellschaft der Zeugen Jehovas, e.V., Selters/Ts.

CIVÎNA XISÛSÎ

Kursa ji bo Mizgînvanên Padîşahiyê

Di Kursa ji bo Mizgînvanên Padîşahiyê de, mamosteyek û cotek bi destê tabletekê li kitêbxaneyê li ser mijareke ruhî sohbetê dikin. Kursvanên din, ên ku lêkolîn dikin, tên dîtin.

Roja Yekşemê, piştî nîvro, her kesî ku dikare û dixwaze xizmeta xwe zêde bike dikare bê civîna ji bo kesên ku dixwazin herin Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê. Cih û saeta vê civînê wê bê îlankirin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne