Fîdye “Diyariya Bêkêmahî” ji Xwedê ye
“Her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî ji Bav ... tê” (AQÛB 1:17).
KILAM: 20, 15
1. Fîdye riya kîjan nîmetan vekiriye?
QURBANBÛNA Îsa Mesîh riya gelek nîmetan vekiriye. Bi saya fîdyeyê, hemû mirovên dilpak dikarin bibin ferdên malbata Xwedê û jiyana bêdawî bistînin. Lê ji xeynî van nîmetan, fîdye hê zêde tişt dike. Ev yek ku Îsa mir û rastiya Yehowa îsbat kir, bi pirseke gelek muhîm ve girêdayî ye (Îbr. 1:8, 9).
2. a) Îsa di duaya xwe de kîjan tiştên pir muhîm got? (Li resmê ewlin binêre.) b) Di vê meqaleyê de emê der heqê çi de şêwir bikin?
2 Nêzikî du sal pêşiya mirina xwe, Îsa rêyî şagirtên xwe kir ku ew wisa dua bikin: “Bavê me yê li ezmanan, navê te pîroz be, bila padîşahiya te bê. Daxwaza te wek li ezmên, bila li ser rûyê erdê jî bê cih” (Met. 6:9, 10). Ji bo ku em hê rind fehm bikin ku fîdye çi qas biqîmet e, emê niha şêwir bikin ku fîdye çawa navê Xwedê pîroz dike, bi destê padîşahiya Xwedê nîmetan tîne û rê vedike ku mexseda Xwedê bê cih.
“NAVÊ TE PÎROZ BE”
3. Navê Yehowa der heqê wî de çi xuya dike? Şeytan çawa navê Xwedêyî pîroz reş kir?
3 Di duaya xwe de, Îsa pêşiyê got ku navê Xwedê bê pîroz kirin. Navê Yehowa mezinahî, bilindahî û pîroziya wî xuya dike. Di duayeke xweye din de, Îsa ew wek “Bavê Pîroz” bi nav kir (Yûh. 17:11). Belê, ji ber ku Yehowa pîroz e, hemû prensîp û qanûnên wî ji pîroz in. Lê Şeytan di baxçeyê Adenê de îma kir ku îzina Xwedê tune ku ew ji bo mirovan qanûnan deyne. Bi vê derewa mezin, Şeytan navê Xwedêyî pîroz reş kir (1. Mû. 3:1-5).
4. Îsa navê Xwedê çawa pîroz dikir?
4 Îsa navê Xwedê pir hez dikir (Yûh. 17:25, 26). Wî bi hemû hal û hereketên xwe navê Xwedê pîroz dikir (Zebûr 40:8-10 bixwîne). Îsa bi jiyana xweye li ser erdê îsbat kir ku hemû qanûnên Yehowa rast in û ji bo me bifeyde ne. Çaxa Şeytan bû sedema kuştina Îsa bi îşkencekirinê, Îsa dîsa jî ji Bavê xweyî ezmanî re bi temamî dilsoz ma. Bi dilsoziya xwe, Îsa îsbat kir ku mirovekî bêqisûr dikare di her halî de guhdariya Xwedê bike.
5. Em çawa dikarin navê Xwedê pîroz bikin?
5 Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ji navê Xwedê hez dikin? Bi kirinên xwe. Yehowa ji me dixwaze ku em pîroz bin (1. Petrûs 1:15, 16 bixwîne). Maneya vê ev e ku gerek em tenê ji Yehowa re îbadet bikin û bi temamiya dilê xwe guhdariya wî bikin. Gava em zilm dibînin, lazim e ku em xîret bikin ku em dîsa jî qanûn û prensîpên wî bînin cih. Bi kirinên xweyen rast, em dikarin ronahiya xwe şewq bidin û bi vî awayî navê Yehowa bilind bikin (Met. 5:14-16). Gerek em pîroz bin û bi jiyana xwe îsbat bikin ku qanûnên Yehowa rast û baş in, lê gotinên Şeytan derew in. Gava em şaşiyan dikin – ji ber ku em gişt gunehkar in – gerek em tobe bikin û ji hemû tiştên ku leke tînin li ser navê Xwedê, dûr bikevin (Zeb. 79:9).
6. Herçend em gunehkar in jî, Yehowa çawa dikare me wek kesên rast bibîne?
6 Eger em bi qurbanbûna Îsa bawerî bînin, Yehowa wê gunehên me bibexşîne. Yehowa hemû kesên ku xwe didin wî qebûl dike wek xizmetkarên xwe. Yehowa şagirtên Îsa yên hilbijartî wek kurên xwe û yên ku ji “miyên din” in wek dostên xwe qebûl dike (Yûh. 10:16; Rom. 5:1, 2; Aq. 2:21-25). Fîdye rê vedike ku Bavê me Yehowa me wek kesên rast bibîne û em jî di pîrozkirina navê wî paydar bin.
“PADÎŞAHIYA TE BÊ”
7. Padîşahiya Xwedê wê bi destê fîdyeyê kîjan nîmetan bîne?
7 Di duaya xwe de, Îsa paşê ji Xwedê re wisa got: “Padîşahiya te bê.” Fîdye çawa bi padîşahiya Xwedê ve girêdayî ye? Bi destê fîdyeyê rê vebû ku 144.000 kesên hilbijartî bi Îsa re wek padîşah û kahîn li ezmanan hikumdariyê bikin (Pey. 5:9, 10; 14:1). Îsa û ev hikumdarên alîkar wê feydeyên fîdyeyê ji însanên îtaetkar re bînin. Erd wê dîsa bibe cenet, û hemû mirovên dilsoz wê bêqisûr bibin. Xizmetkarên Yehowa yên li ezmanan û yên li ser erdê wê bibin malbatek (Pey. 5:13; 20:6). Îsa wê serê mar bihincirîne û hemû şopên serhildana Şeytan ji kaînatê wê bi temamî ji holê rake (1. Mû. 3:15).
8. a) Îsa çawa rêyî şagirtên xwe da ku Padîşahiya Xwedê çi qas mûhîm e? b) Em çawa dikarin nîşan bidin ku em piştgiriya Padîşahiyê dikin?
8 Çaxa Îsa li ser erdê dijiya, wî rêyî şagirtên xwe da ku padîşahiya Xwedê çi qas mûhîm e. Piştî bin av bûna xwe, Îsa “mizgîna Padîşahiya Xwedê” li her derê belav kir (Lûqa 4:43). Berî ku Îsa vegeriya ezmanan, wî emir da şagirtên xwe ku ew “heta bi kujê dinyayê yê herî dûr” şahidên wî bin (Kar. 1:6-8). Bi navgîniya belavkirina mizgîna Padîşahiyê, mirov dikarin der heqê fîdyeyê de melûmat bistînin û wisa jî karibin bijîn li bin hikumdariya Padîşahiya Xwedê. Îro em di xebata belavkirina mizgîna Padîşahiyê de alîkariya birayên Mesîh dikin. Bi vî awayî, em nîşan didin ku em piştgiriya padîşahiya Xwedê dikin (Met. 24:14; 25:40).
“DAXWAZA TE ... BÊ”
9. Em çima dikarin bawer bin ku Yehowa wê mexseda xwe ji bo mirovan bîne cih?
9 Paşê, Îsa di duaya xwe de wisa got: “Daxwaza te ... bê.” Maneya van gotinan çi ye? Yehowa Afirandêr e. Gava ew soz dide ku tiştek wê biqewime, soza wî wê mutleqe bê cih (Îşa. 55:11). Yehowa îzin nade ku serhildana Şeytan manî be ku mexseda wî ya ji bo însanan bê cih. Ji destpêkê ve, Yehowa xwest ku erd bi zarokên bêqisûr ên Adem û Hewayê tije be (1. Mû. 1:28). Eger Adem û Hewa bêzarok bimirana, ev mexseda Xwedê wê nehata cih. Ji ber vê yekê, piştî guneha Adem û Hewayê, Xwedê îzin da wan ku ew bibin xwediyê zarokan. Xwedê fersend dide her kesê ku bi qurbanbûna Îsa bawerî tîne, ku ew bêqisûr bibin û heta bi hetayê bijîn. Yehowa ji mirovan hez dike û dixwaze ku mirovên îtaetkar li gor mexseda wî bijîn.
10. Bi saya fîdyeyê, çi çare heye ji bo mirovên ku mirine?
10 Gelo çi çare heye ji bo mirovên ku mirine, lê Yehowa nas nekiribû û jê re xizmet nekiribû? Bi saya fîdyeyê, ew dikarin ji mirinê rabin. Bavê meyî dilovan wê wan dîsa sax bike û fersend bide wan ku ew der heqê mexseda wî de melûmat bistînin û karibin heta bi hetayê bijîn (Kar. 24:15). Yehowa mirina tu kesî naxwaze. Çaxa ku mirî wê ji mirinê rabin, Yehowa wê bibe Bavê wan, çimkî ew Kaniya jiyanê ye, yanî ew jiyanê dide (Zeb. 36:9). Ji ber vê yekê, Îsa got ku em wisa dua bikin: “Bavê me yê li ezmanan” (Met. 6:9). Di cenetê de, Îsa wê miriyan rake (Yûh. 6:40, 44). Loma wî got ku “vejîn [rabûn] û jiyan ez im” (Yûh. 11:25).
11. Mexseda Xwedê ji bo “elaleta mezin” çi ye?
11 Yehowa her kesî dawet dike ku ew bibin ferdên malbata wî. Loma Îsa got: “Kî ku daxwaza Xwedê bîne cih, birayê min, xwişka min û diya min ew e” (Mar. 3:35). Xwedê dixwaze ku “elaleteke mezin” ji her miletî, her bavikî û her zimanî bibin xizmetkarên wî. Eger ew bi qurbanbûna Îsa bawerî bînin û daxwaza Xwedê bînin cih, ewê karibin wisa bibêjin: “Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku li ser text rûniştiye û babetê Berx e” (Pey. 7:9, 10).
12. Duaya Îsa çawa xuya dike ku mexseda Yehowa ya ji bo însanan çi ye?
12 Duaya Îsa mexseda Yehowa ya ji bo însanên îtaetkar xuya dike. Li gor vê duayê, gerek em xîret bikin ku em navê Yehowa pîroz bikin (Îşa. 8:13). Navê Îsa tê maneya “Yehowa Xelasî ye”. Bi rastî jî xelaskirina meye bi destê fîdyeyê, rûmet û hurmet dide navê Yehowa. Bi destê fîdyeyê, Padîşahiya Xwedê wê ji însanan re nîmetan bîne. Belê, duaya Îsa temînat dide me ku tu tişt nikare manî be ku Xwedê mexseda xwe bîne cih (Zeb. 135:6; Îşa. 46:9, 10).
QÎMET BIDE FÎDYEYÊ
13. Bi bin av bûna xwe, em çi nîşan didin?
13 Em çawa dikarin îsbat bikin ku em qîmet didin fîdyeyê? Çaxa em xwe didin Yehowa û bên bin av kirin, em wisa nîşan didin ku em bi fîdyeyê bawerî tînin. Bin av bûna me nîşan dide ku em aîdî Yehowa ne (Rom. 14:8). Wekî din, bin av bûna me nîşan dide ku em dixwazin ku Xwedê wijdanê pak bide me (1. Ptr. 3:21). Bi xwîna Îsa, Yehowa wijdanê me paqij dike. Em bawer in ku Xwedê wê hemû sozên xwe bîne cih (Rom. 8:32).
Em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmet didin fîdyeyê? (Li paragrafên 13 û 14an binêre)
14. Xwedê çima dixwaze ku em ji mirovan hez bikin?
14 Ji xeynî vê, em çawa dikarin nîşan bidin ku em qîmet didin fîdyeyê? Yehowa her tiştî ji hezkirinê dike, û ew dixwaze ku hemû xizmetkarên xwe jî mîna wî bin (1. Yûh. 4:8-11). Gava em ji mirovan hez dikin, em xuya dikin ku em dixwazin “bibin zarokên Bavê xwe yê li ezmanan” (Met. 5:43-48). Emrê herî mezin ev e ku gerek em ji Xwedê hez bikin, lê emrê duyemîn jî ev e ku gerek em ji cîranên xwe hez bikin (Met. 22:37-40). Bi xebata belavkirina mizgîna Padîşahiyê, em nîşan didin ku em ji cîranên xwe hez dikin. Bi vî awayî, em rûmeta Xwedê xuya dikin. Çaxa em ji kesên din, bi taybetî ji xwîşk û birayên xwe hez dikin, em îsbat dikin ku em bi rastî jî ji Xwedê hez dikin (1. Yûh. 4:12, 20).
NÎMETÊN KU EMÊ BI SAYA FÎDYEYÊ BIBÎNIN
15. a) Yehowa niha kîjan nîmetan dide me? b) Emê paşê kîjan nîmetan bistînin?
15 Ji bo ku gunehên me bi temamî bên efû kirin, gerek em bi fîdyeyê bawerî bînin. Peyva Xwedê temînat dide ku gunehên me dikarin “bên xîşkirin” (Karên Şandiyan 3:19-21 bixwîne). Wek me dîtibû, Yehowa xizmetkarên xwe yên ku bi ruhê pîroz hatine hilbijartin qebûl dike wek zarokên xwe (Rom. 8:15-17). Wekî din, Yehowa soz dide “miyên din” ku ewê ji bibin ferdên malbata wî. Bi zeman re, ewê bêqisûr bibin. Paşê, eger ew li îmtihana dawîn dilsoz bimînin, Yehowa wê wan qebûl bike wek zarokên xwe (Rom. 8:20, 21; Pey. 20:7-9). Yehowa wê heta bi hetayê ji zarokên xwe hez bike, û nîmetên fîdyeyê wê her daîm berdewam bikin (Îbr. 9:12). Qîmeta vê diyariya Xwedê tu car winda nabe, û tu kes nikare vê diyariyê ji destê me bigire.
16. Fîdye me ji çi azad dike?
16 Eger em ji dil tobe bikin, Şeytan nikare manî bibe ku em di dawiyê de bibin ferdên malbata Yehowa. Ji ber ku Îsa hat dinyayê û “carekê” mir, fîdye ji bo her dem hatiye dayîn (Îbr. 9:24-26). Fîdye fermana mirinê, ya ku me ji Adem mîras girtiye, bi temamî radike. Ji xeynî vê, bi saya qurbanbûna Îsa, em ji bindestiya dinyaya Şeytan azad dibin û em êdî ji mirinê natirsin (Îbr. 2:14, 15).
17. Hezkirina Xwedê ji bo te çi qas muhîm e?
17 Sozên Xwedê wê mutleqe bên cih. Wekî ku qanûnên wî yên fîzîkî tu car vala dernakevin, sozên ku Yehowa daye me jî tu car vala dernakevin. Yehowa naguhêre (Mal. 3:6). Yehowa hem jiyanê dide me hem jî ji me pir hez dike. “Em hezkirina Xwedê ya ku ji bo me ye dizanin û jê bawer dikin. Xwedê hezkirin e” (1. Yûh. 4:16). Di demeke nêzik de, erd wê bibe ceneteke bedew û xweş, û li ser erdê her kes wê hezkirina Xwedê ji xwe re bike nimûne. Li wê wextê, hemû xizmetkarên Xwedê yên li ser erdê û li ezmanan wê wisa bibêjin: “Pesin, rûmet, şehrezayî, şikir, hurmet, hez û karîn bila her û her Xwedayê me re be. Amîn” (Pey. 7:12).