KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w17 Mijdar r. 18-19
  • “Yê Comerd Tê Pîroz Kirin”

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • “Yê Comerd Tê Pîroz Kirin”
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Malzemeya Eleqedar
  • “Hediyeyeke ji bo Yehowa”
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
w17 Mijdar r. 18-19
Hanna Samûyêlê biçûk bire perestgeha pîroz

“Yê Comerd Tê Pîroz Kirin”

DI ÎBADETA rast de, qurban muhîm in. Îsraêliyan heywan qurban dikirin, û şagirtên Îsa jî “qurbanên pesnahiyê” pêşkêş dikin. Ji xeynî vê, Xwedê ji qurbanên din jî razî dibe (Îbr. 13:15, 16). Pêşkêşkirina van qurbanan hem şahî hem jî bereketan tîne. Mîsalên jêr vê yekê zelal nîşan didin.

Hanna, xizmetkara dilsoz a berê, bêzarok bû û gelek dixwest ku lawekî ji wî re bibe. Dua de wê ber Xwedê sond xwar ku eger ji wî re lawekî bibe, wê wî “di tûmiya rojên jiyana” wî de bide Yehowa (1. Sam. 1:10, 11). Wext şûnda, ew ducanî bû û lawek anî dinê, û navê wî danî Samûyêl. Gava Samûyêl ji şîr ve birrî, Hannayê wî bire perestgeha pîroz, çawa ku sond xwaribû. Yehowa Hanna bona comerdiya û dilxwaziya wê kerem kir. Paşê, Xwedê dîsa lê kerem kir û 5 zarok ji Hannayê re bûn, û Samûyêl bû pêxember, hem jî bû nivîskarekî Kitêba Pîroz (1. Sam. 2:21).

Mîna Hannayê û Samûyêl, îro bal şagirtên Îsa jî qedirekî wisa heye ku jiyanê xwe teslîmî Afirandêrê xwe kin. Îsa soz da ku emê ji bo fedakariyên ku em di xizmeta Yehowa de dikin bên bereket kirin (Marq. 10:28-30).

Di sedsala yekê de, şagirteke Îsa ya bi navê Xezal, bi “kirinên qenc û xêran” eyan bû. Da ku alîkariyê bide yên din, wê pir fedakarî dikir. Çi heyf e ku ew “nexweş ket û mir”, û civat şîna wê dikir. Gava xwişk û bira bihîstin ku Petrûs di bajarê de ne, wana hîvî ji wî kirin ku bê bal wan. Bidine ber çavê xwe ku şahîke çiqas mezin bû, gava Petrûs hat û Xezal ji mirinê rakir. Ew serpêhatiya pêşiyê ye der heqê saxkirinê de ku ji aliyê şandî de hate kirin (Kar. 9:36-41). Belê, Xwedê qenciya wê û fedakarên wê bîr nekir (Îbr. 6:10). Serpêhatiya wê di Peyva Xwedê de hat xwedîkirin, û bona me mîsaleke ku çav bidine wê.

Pawlos jî me re bû nimûne. Wî bi comerdî wextê xwe xerc dikir ji bo mirovên din. Çaxa wî xwişk û birên ji Korîntî re name nivîsî, wî got: “Ezê ji bo we gelek bi dilxweşî tiştên xwe bimezêxim û bêm mezaxtin jî” (2. Kor. 12:15). Pawlos rind zanibû ku fedakariya ji bo mirovên din ne ku tenê şahiyê tîne, lê ya herî muhîm kerem û rizaya Yehowa tîne (Kar. 20:24, 35).

Eşkere ye, Yehowa gelek dilşad dibe çaxa em wext û qeweta xwe xerc dikin, bona şixulê wî û alîkariya xwişk û bira. Lê gelo dîsa çawa em dikarin piştgiriya şixulê belavkirina mizgînê bikin? Ji xeynî alîkariya xwişk û birayan re, em wisa jî dikarin bi fedakariyên dilxwaz hurmetê bidin Xwedê. Ev perê ku em bexş dikin, tên xerc kirin ji bo şixulê cîhanî, û dikeve nava xercên mizgînvanên wezîfedar û xizmetkarên tamrojî ya mexsûs. Wekî din, ew pere tê xerc kirin ji bo hazirkirina û wergerandina weşanan, vîdeo, bona alîkariya dema felaketan û avakirina Salonên Îbadetê. Em dikarin bawer bin ku “yê comerd tê pîroz kirin”. Ji xeynî vê, çaxa em tiştên biqîmet didin Yehowa, em hurmetê didin wî (Mtl. 3:9; 22:9).

Em Çawa Dikarin Şixulê Cîhanî Bi bexşên Bidil Destek Bikin?

Gelek xwişk û bira “hinek pere” dicivînin û di civînê de davêjin qutiya bexşan a bi navê “Şixulê Cîhanî” (1. Kor. 16:2). Her meh, civat van pereyan dişîne bûroya Şahidên Yehowa, ya ku ji bo welatê wan mesûl e. Wekî din, tu dikarî bexşên xwe rasterast bişînî bûroyê. Ji bo melûmata li ser vê, ji kerema xwe re bi bûroyê re bikeve îrtibatê. Tu dikarî navnîşana bûroyê li malpera www.jw.org bibînî. Hin metodên bexşkirinê li jêr tên nîşan dayîn:

BEXŞÊN RASTERAST

  • Bexşên bi navgîniya bankayê an kartên kredîyê: Li hin welatan, bexş bi alikariya malpera me jw.org an malpereke din dikarin bên dayîn.

  • Bexşkirina pere an tiştên biqîmet: Eger tu dixwazî bexşeke wisa bidî, ji kerema xwe re di nameyekê de xuya bike ku ew pere an tişt, bexşeke bidil e.

BEXŞÊN BIŞERT

  • Bexşkirina pere bi şerta ku eger ew lazim be, ew dikare bê vegerandin.

  • Ji bo bexşên wisa, di nameyekê de xuya bike ku bexş, bexşeke bişert e.

BEXŞÊN PLANKIRÎ

Ji xeynî bexşkirina pere an tiştên biqîmet, şixulê Padîşahiyê bi curên din jî dikare bê destek kirin. Eger tu dixwazî li gor yek ji metodên jêr bexşekê bidî, ji kerema xwe re ji bûroyê bipirse ku di welatê te de kîjan metod hene. Berî ku tu tiştekî wisa bikî, wê baş be ku tu der heqê mercên qanûnî û qanûnên bacan melûmatê bistînî.

Sîgorta, planên teqawidiyê, hesabên bankayê, hîse: Tu dikarî tiştên wisa ji bûroyê re bihêlî.

Xanî û erd: Tu dikarî tiştên wisa ji bûroyê re rasterast bihêlî an jî heta dawiya emrê xwe bixebitînî û paşê ji bûroyê re bihêlî.

Wasiyetname: Tu dikarî di wasiyetnameya xwe de bûroyê wek mîratgir nîşan bidî.

Ji ber ku qanûnên her welatî ji hev cuda ne, wê baş be ku tu hem ji bûroyê hem jî ji şêwirmendekî qanûnan melûmatê bistînî. Li malpera me, li ser “Xebata Me Ya Cîhanî Destek Bikin” bitikîne an jî bi bûroyê re bikeve îrtibatê.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne