KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w18 Îlon r. 8-11
  • Birayên Extiyar – Yehowa Qîmetê Dide Dilsoziya We

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Birayên Extiyar – Yehowa Qîmetê Dide Dilsoziya We
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • ZILAMEKÎ DILNIZM Û REALÎST
  • PÊŞVEÇÛNA TEŞKÎLATÊ
  • FERSENDÊN NÛ
  • YEHOWA QÎMETÊ DIDE DILSOZIYA WE
  • Qîmetê Bide Xwişk û Birayên Ciwan
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Barzîllay – Mirovekî ku Sînorên Xwe Dizanibûn
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Qîmetê Bide Xwişk û Birayên Extiyar
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Yehowa wê Te Çawa Bixebitîne?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
w18 Îlon r. 8-11
Birayekî extiyar birayekî ciwan teşwîq dike

Birayên Extiyar – Yehowa Qîmetê Dide Dilsoziya We

LI SERANSERÊ dinyayê, birayên extiyar şa ne ku di nav xizmetkarên Xwedê de mesûliyetên wan hene. Belê, birayên extiyar ji bo me pir biqîmet in. Lê belê çendek berê, guhartinek hat kirin. Teşkîlatê xwest ku kalên civatê, yên ku êdî extiyar in, mesuliyetên xwe yên giran bidin kalên hê ciwantir. Çawa?

Li gor sîstema nû, lazim e ku nazirên herêmî û mamosteyên mekteb û kûrsan dev ji van mesûliyetan berdin gava ew digihîjin 70 salî. Wekî din, gava koordînatorê Heyeta Temsîlkar an koordînatorê koma kalan digihîje 80 salî, gerek ew mesûliyeta xwe teslîmî birayekî hê ciwantir bike. Birayên extiyar li vê guhartinê çawa dinêrin? Ew li hemberî Yehowa û teşkîlata wî dilsoz mane!

Birayekî me bi navê Ken, ê ku weke 49 sal koordînatorê Heyeta Temsîlkar bû, wisa dibêje: “Ez bi temamî bi vî qerarî qayil bûm. Bi rastî, wê sibehê berî ku xebera nû gihîşt guhê min, min ji Yehowa re dua kiribû û gotibû ku xwezî ku birayekî ciwantir bibûya koordînator.” Li seranserê dinyayê, gelek birayên extiyar wek birayê Ken difikirin. Helbet, van birayan ji îşê xwe pir hez dikir, loma halê nû di serî de ji wan re hebek zor bû.

Birayê Esperandio, yê ku di civata xwe de koordînatorê koma kalan bû, wisa dibêje: “Ez hinek xemgîn bûm.” Dîsa jî, ew qebûl dike ku siheta wî êdî ne baş e, loma gerek ew bi zêdeyî bi siheta xwe eleqedar bibe. Îro Esperandio bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dike, û li civatê her kes ji wî hez dike.

Gelo nazirên rêwî ên ku gelek wext di vê mesûliyetê de bûn, lê niha gerek dev ji vî îşî berdin, xwe çawa hîs dikin? Birayê Allan, ê ku 38 sal nazirê rêwî bû, wisa dibêje: “Çaxa ez pê hesiyam, ez pir xemgîn bûm.” Lê bi zeman re, Allan dît ku perwerdekirina birayên ciwan çi qas bifeyde ye.

Birayê Russell, yê ku 40 sal nazirê rêwî û mamosteyê kursên teşkîlatê bû, got ku di serî de, ew û pîreka wî dilteng bûn. Ew wisa dibêje: “Me gelek qîmet dida îmtiyaza xwe, û em difikirîn ku siheta me hê îzin dide ku em xizmeta xwe berdewam bikin.” Niha Russell û pîreka wî tecrûbeya xwe di civata xwe de bi kar tînin, û mizgînvanên din ji vê pir feyde distînin.

Eger tiştekî wisa nehatibe serê te jî, serpêhatiyeke ku li 2. Samûyêl derbas dibe dikare alî te bike ku tu kesên din fehm bikî, ên ku ketine halekî wisa.

ZILAMEKÎ DILNIZM Û REALÎST

Bîne bîra xwe gava Abşalom, kurê Dawid Padîşah, serî hildabû. Dawid ji Orşelîmê reviya Mahanayîmê, aliyê rojhilat a Çemê Ûrdunê. Li wê derê, ji Dawid û hevalên wî re hin tişt lazim bûn. Tê bîra te ku wê demê çi qewimî?

Sê zilamên ji derdorê bi comerdî ji wan re nivîn, xwarin û tiştên din anîn. Barzîllay yek ji wan sê zilaman bû (2. Sam. 17:27-29). Piştî ku serhildana Abşalom hat serkut kirin û Dawid vedigeriya Orşelîmê, Barzîllay ew heta Çemê Ûrdunê verê kir. Dawid ew dawet kir ku tevî wî bê Orşelîmê. Barzîllay zilamekî dewlemend bû û hewceyî xwarinê nebû, lê Dawid jê re got ku ewê ji sifreya wî xwarinê bixwe (2. Sam. 19:31-33). Xuya ye ku şexsiyeta Barzîllay ji Dawid re xweş hatibû, û wî zanibû ku şîretên Barzîllay bifeyde ne. Ev mesûliyet ji bo Barzîllay bi rastî jî îmtiyazeke gelek mezin bibûya ku di qesra padîşah de bijî û bixebite!

Lê belê, Barzîllay zilamekî rêalîst bû, û wî sînorên xwe dizanibûn. Wî got ku ew êdî 80 salî ye. Paşê, wî got: “Ma ez dikarim yê qenc û xirab ji hev re cuda bikim?” Bi van peyvan, wî çi dixwest bigota? Barzîllay di emrê xweyî dirêj de bê guman hîkmet qazanc kiribû. Û wî hê jî dikaribû şîretên baş bidaya – mîna kalên ku paşê şîret dan Rehoboam Padîşah (1. Qra. 12:6, 7; Zeb. 92:12-14; Mtl. 16:31). Gava Barzîllay got ku ew nikare yê qenc û xerab ji hev cuda bike, dibe ku wî dixwest bigota ku ew êdî di emir de mezin e û sînorên wî hene. Mesela, wî êdî tama xwarinê rind nedistand û guhên wî êdî rind nedibihîst (Waiz 12:4, 5). Loma Barzîllay ji Dawid re teklîf kir ku ew xortekî bi navê Kîmham bi xwe re bibe Orşelîmê. Dibe ku ew zilam kurê Barzîllay bû (2. Sam. 19:35-40).

PÊŞVEÇÛNA TEŞKÎLATÊ

Guhartina seba saliya birayên extiyar, nêrîneke wek ya Barzîllay eyan dike. Helbet di rojên me de lazim e ku ne tenê halê mirovekî bê kirin hesabê. Lazim e ku xêra kalên dilsoz ên ku li hemû dinyayê bi dilsozî xizmet kirin, bê kirin hesabê.

Ev birayên extiyar rind dizanin ku ji bo pêşveçûna teşkîlata Yehowa, wê baş e ku ew mesûliyetên xwe bidin destê birayên ciwan. Gelek caran, ev birayên ciwan ji aliyê birayên extiyar tên hîn kirin, çawa ku Tîmotêyos ji aliyê Pawlosê şandî ve hat hîn kirin (1. Kor. 4:17; Flp. 2:20-22). Îro ev birayên ciwan wek “diyarî” an hediye ne, ên ku alîkarî dikin ku “bedena Mesîh bê avakirin” (Ef. 4:8-12, li 4. Mûsa 11:16, 17, 29 jî binêre).

Birayekî extiyar birayekî ciwan teşwîq dike

Alî Birayên Ciwan Bike ku Ew bi Pêş ve Herin

  • Wan teşwîq bike ku ew ji xwe re armancên ruhî daynin û bigihîjin van armancan.

  • Pesnê wan bide çimkî gava şagirtekî Îsa yê gihîştî pesnê wan dide, cesaret û xwebaweriya wan zêde dibe.

  • Wan perwerde bike ku ew xwe bispêrin Kitêba Pîroz û rêberiya civata Yehowa.

FERSENDÊN NÛ

Li seranserê dinyayê, birayên ku mesûliyetên xwe dane ciwanan dikarin gelek fersendên nû bixebitînin ku di şixulê Yehowa de hê zêde xizmet bikin.

Marco, ku 19 sal nazirê rêwî bû, wisa dibêje: “Bi saya rewşa xwe ya nû, ez dikarim alî zilamên xwişkan bikim, ên ku ne Şahidên Yehowa ne.”

Geraldo, ku 28 sal nazirê rêwî bû, wisa dibêje: “Niha em dixwazin alî xwişk û birayên neçalak bikin û hê zêdetir kursên Kitêba Pîroz îdare bikin.” Ew dibêje ku ew û pîreka wî niha tevî 15 kesan kursa Kitêba Pîroz îdare dikin û hin xwişk û birayên ku berê neçalak bûn, niha tên civînan.

Birayê Allan, ku me berê behsa wî kiribû, wisa dibêje: “Niha zêdetir wexta me heye ku em bi xizmetê mijûl bin. Em diçin xizmeta umûmî û mizgînê didin kargehan û cîranên me. Heta niha, du cîranên me hatin Salona Îbadetê.”

Eger tu birayekî jêhatî û dilsoz î û niha mesûliyeteke nû standiye, tu dikarî bi curekî din jî destek bidî. Mesela, tu dikarî tecrûbeya xwe bi birayên ciwan parve bikî. Birayê Rusell, ku me berê behsa wî kiribû, wisa dibêje: “Yehowa birayên ciwan ên hunermend û jîr hîn dike û dixebitîne. Hemû xwişk û bira ji hînkirina bicoş û şivantiya birayên ciwan feyde distînin” (li çarçoveya “Alî Birayên Ciwan Bike ku Ew bi Pêş ve Herin” binêre).

Birayên extiyar çawa dikarin alîkariya xwişk û birayan bikin?

  • Birayekî extiyar zilamê xwişkekê, yê ku ne Şahidê Yehowa ye, ji bo civînê dawet dike

    Alî zilamên ku ne Şahidên Yehowa ne bike

  • Birayekî extiyar û pîreka wî kursa Kitêba Pîroz îdare dikin

    Alî kesên neçalak bike û kursên Kitêba Pîroz îdare bike

  • Birayekî extiyar di xizmeta umûmî de dixebite

    Xizmeta xwe zêde bike

YEHOWA QÎMETÊ DIDE DILSOZIYA WE

Eger tu êdî nikarî mesûliyetên xwe yên berê pêk bînî, xemgîn nebe. Heta niha, gelek kesan ji xîreta te feyde standiye, û tu hê jî dikarî ji bo wan tiştên bifeyde bikî. Xwişk û bira bêguman ji te pir hez dikin.

A herî muhîmtir jî ev e ku te dilê Yehowa şa kiriye. Ewê “kirinên we, xizmeta ku we ji pîrozan re kiriye û hûn dikin û ew hezkirina ku we ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr” neke (Îbr. 6:10). Ev ayet nîşan dide ku tu li ber çavê Yehowa biqîmet î, û ew hem xîreta te ya berê hem jî xîreta ku tu niha eyan dikî, dike hesabê.

Eger ne mesûliyetên te, lê mesûliyetên birayekî din bên guhartin, tu dikarî çi bikî?

Eger tu birayekî extiyar nas dikî, yê ku êdî mesûliyetên berê pêk nayne, tu dikarî ji tecrûbeya wî feyde bistînî. Fikrên wî bipirse û şîreta wî bixwaze. Bala xwe bide ku ew tecrûbeya xwe niha çawa bi kar tîne.

Ji bîr neke ku Yehowa pir qîmetê dide xizmetkarên xwe yên extiyar, û xwişk û birayên din jî dikarin ji dilsozî û tecrûbeya wan feyde bibînin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne